Helbestkar û nivîskar Mulkiye Tekîn: Tacîzkar saleke nayê girtin 2021-01-27 09:12:03   WAN - Helbestkar û nivîskar Mulkiye Tekîn da zanîn ku mêrê bi navê Mehmet Salîh Akdenîz saleke li ser hesabên medyaya civakî wê tacîz dike û got: "Ez her tim bi tehdîta Mehmet ve rûbirû dimînim. Min serî li qereqolê da lê bê encam ma serlêdan."    Li seranserê welat bûyerên tacîz, tecawizê zêde bûn. Jin êdî pirsgirêkên ku nayên çareserkirin li ser medyaya civakî teşhîr dikin. Nivîskar Mulkiye Tekîn sala borî li ser medyaya civakî bi tacîza Mehmet Salîh Akdenîz re rûbirû ma. Tevî ku bi dehan caran gilî kir jî gumanbar nehat girtin, ligel vê tacîz jî didomin. Nivîskar û helbestkar Mulkiye Tekîn derbarê tacîzê de ji ajansa me re axivî.    ‘Jinên din jî tacîz kiriye’   Mulkiye derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku ji ser hesabên cuda yên çapemeniya civakî gumanbar wê tacîz dike, zarok û hevalên wê aciz dike û gelek derew li wan dike Mulkiyeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ser medyaya civakî daxwaz qebûlkirinê şand, min jî qebûl nekir. Piştre hevalên min gotin mêrekî bi navê Mehmet Salîh Aydenîz pirsa te kiriye û min jî got tiştekî nebêjin. Lê wî her tim ez nerehet kirim. Min derbarê wî de lêkolîn kir. Di encama lêkolînê de min fêm kir ku vî kesî jinên din jî tacîz kiriye. Ewil min zêde tiştek nekir. Lê heta ku xwe gîhand telefona min, êdî min numareya xwe guhert. Her wiha çûye cihê karê min û ji hevalên min re gelek tişt gotine.”   ‘Tevî ku min teşhîr kir jî nehat girtin’   Mulkiyeyê di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku xwe gîhandiye malbata gumanbar û wiha axivî: "Malbata gumanbar ji min re got tu gilî bike em ê piştgiriyê bidin te. Sala borî ez çûm qereqolê û min gilî kir. Ji malbata min a Iraqê re vîdeoyên nebaş şandibû. Di vîdeoyan de fotoshop kiriye û serê min bikar aniye. Min ji qereqolê encamek negirt û min li ser çapemeniya civakî teşhîr kir. Hîna jî tacîz didomin. Ez hefteya borî dîsa çûm qerekola Artemetê. Ez fêm nakim gelo ev kes çima nayê girtin. Saleke wisa ye. Ez nizanim ez ê zarokên xwe çawa biparêzim. Ji sînyalên telefonê jî hema dikare bê girtin. Ez fêm nakim ku ev mêr çima natirse. Ev 9 meh in ev tacîz didomin. Ez bi kuştinê hatim tehdîtkirin û lê tevî vê çareseriyek pêk nayê.”