‘Her parastina jinan, parastina cewherî ye’ 2021-01-27 09:10:19   Şehrîban Aslan   AMED - Ji parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Şeyma Onur wiha got: “Hêzên ewlehiyê qanûna 6284 û Peymana Stenbolê pêk nayne, dibêjin ‘hevjînê te ye, tiştên wisa di malbatê de dibin’ û jinan bi tundiyê rû bi rû dihêlin. Dema rewş wisa dibe jî wekî din çareya jinê namîne û parastina cewherî pêk tînin”   Daraz û mekanîzmayên heyî li dijî şîdeta li ser jinê bê bandor dimînin û mixabin bîlançoya şîdeta li ser jinê jî roj bi roj zêde dibe. Di çend salên dawî de bi sedan jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û di vir de jî carek din parastina cewherî ket rojevê. Ji parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Şeyma Onur der barê parastina cewherî de nirxandin kir.   ‘Her parastina jinan, parastina cewherî ye’   Şeymayê destnîşan kir ku jin rastî şîdeta civak û mêr tê û li welat di 2020’an de bi giştî 316 jin hatine qetilkirin. Şeymayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên dixwazin ji şîdetê rizgar bibin jî serî ya li malbat yan jî li polîs didin. Jin li dijî şîdeta mêr bê çare tên hiştin û di pergala serdest ya mêr de ji bo xwe xilas bike her tişta tê kirin parastina cewherî ye. Divê encama vê çalakiyê bi bêcezabûnê encam bibe. Parastina cewherî ya jin li dijî mêran pêk tînin, di hiqûqê de beramberiya wê eşkere ye. Jinên tên qetilkirin, di encama yek şîdetekê de nayên qetilkirin. Her yek teqez rastî şîdeta sîstematîk hatine. Di encama vê şîdeta sîstematîk de jî tên qetilkirin.”   ‘Rewşa jinan nayê dîtin’   Şeymayê bi lêv kir ku jinên rastî şîdetê tên parastina cewherî pêk tînin û got: “Refleksa wan ya xwe xilaskirinê, di qanûnê de parastina rewa ye. Yanî jin xwedî li jiyana xwe derdikevin. Lê mixabin parastina rewa di darazê de wek dema bûyerê tê nirxandin. Wê demê çareyek din ya jinê nemaye. Em dikarin bêjin ku ev bi wê demê sînor nîne, paşeroja wê heye. Jin di îfadeyên li dadgehê dibêjin ‘Min nekuştiba wê wî ez bikuştima’. Ev jî bi tena serê xwe hebûna parastina cewherî nîşan didim. Lê mixabin daraz wisa nanirxîne. Ev rexneya me ya herî mezin a li darazê ye.”   ‘Jin bûyerê plan nakin’   Şeymayê anî ziman ku jin bê çare tên hiştin û di encama vê de jin neçar dimînin vegerin hawira şîdetê û ev tişt daxuyand: “Hêzên parastinê divê jinan biparêzin. Divê qanûna 6284 û Peymana Stenbolê pêk bê. Lê dibêjin ‘hevjînê te ye, tiştên wisa di malbatê de dibin’ û jinan dişînin hawira şîdetê. Di dosyayên ku jinên parastina cewherî pêk anîne de tişta ku jinan ji mêran cuda dike ev e; jin dema vê dikin planekê nakin û nafikire ku vî tiştî bike. Jin dema parastina cewherî dikin jî cihê bûyerê terk nakin. Gelek jin li polîs û nexweşxaneyê digerin. Yanî şerta ku qanûn dixwaze jî tîne cih.Yanî jin bi giştî li hember êrîşa li hember xwe vê parastinê dike.”   Şeymayê di dawiya axaftina xwe de ev tişt vegot: “Lê helweta dadgehê ya di vir de gelek ecêb e. Ji bo mêran ji rewşa baş daxistin û daxistina tahrîka bê maf tê kirin lê ji bo jinan di alî edeletê de pirsgirêkên mezin tên jiyîn.Em dixwazin bi parastina cewherî kontrola jiyana xwe bigirin destê xwe. Em ê xwe rêxistin bikin û ji bo mafên xwe têbikoşin.”