'Jin bi avakirina Rêveberiya Xweser bûn xwedî mîsyon' 2021-01-27 09:02:28   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Cîgira Encumena Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Emîne Bekir têkildarî salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser wiha got: "Em roj bi roj bi gel re mezin dibin. Di van heft salan de eşkere bû ku çareseriya aloziya Sûriyeyê modela Rêveberiya Xweser e û jin bi avakirina Rêveberiya Xweser bûn xwedî mîsyon."   Têkildarî salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a li Kobanê û êrişên li dijî vê sîstemê Cîgira Encumena Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Emîne Bekir diyar kir ku piştgiriya gel a bi Rêveberiya Xweser ew gihandin asta serkeftinê û got:"Bi destpêkirina raperîna di nava Sûriyeyê de û Şoreşa Rojava xwestek û berjewendiyên civakê me esas girtin. Ji ber vê me pêwistiya xwe bi pergaleke bikaribe tevahî pêkhateyên li Rojava hembêz bike, dît."   'Pêdivî ji pergala dikare hemû kesî hembêz bike hebû'   Emîneyê bal kişand ser xwedîderketina gel a ji bo Rêveberiya Xweser û wiha got:"Bi destpêkirina raperîna di nava Sûriyeyê de û Şoreşa Rojava xwestek û berjewendiyên civakê me esas girtin. Ji ber vê me pêwistiya xwe bi pergaleke bikaribe tevahî pêkhateyên li Rojava hembêz bike, dît. Pêdivî ji pergala dikare hemû kesî hembêz bike hebû. Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser a li hersê Kantonên Rojavayê Kurdistanê, êdî gel ev rêveberî parçeyek ji xwe dîtin. Piştgiriya gel a bi Rêveberiya Xweser em gihandin vê asta serkeftinê."   'Di pergala Rêveberiya Xweser de wekheviya zayendan heye'   Emîneyê da zanîn ku di pergala Rêveberiya Xweser de wekheviya zayendan heye û wiha got:"Di hişmendiya netew-dewletan de pergala yekziman, çand û netew tên bikaranîn. Me weke Rêveberiya Xweser ji bo ku em bi hişmendiya netewperest xwe bi rêxistin nekin, me tevahî pêkhate hembêz kir. Ji ber vê di asta hevseroketiyê, rêveberiyê û desteyan de mirov mozayika gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibîne. Xala din ku pergala me ji sîstemên ji hawîrdorê me cudatir dike, rêbazê hevseroketiyê ye. Di Rêveberiya Xwser de herdû zayend wek hev in, çawa ku mêr dikare biryar û nêrînan bide jin jî di heman astê de ye. Ji ber vê jin û mêr bi awayekî wekhev rêveberiyê dikin. Her wiha ciwan jî bi rengekî çalak beşdarî vê pergalê dibin, mirov dikare bêje tevahî beşên civakê dikaribûn xwe di nava Rêveberiya Xweser de îfade bikin. Li ser vê bingehê modela Rêveberiya Xweser li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanî jî ya tekane ye.    'Jin bi avakirina Rêveberiya Xweser bûn xwedî mîsyon'   Emîneyê bal kişand ser rola jinê ya piştî avakirina Rêveberiya Xweser û wiha pê de çû:"Piştî heft salên li dû damezrandina Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, em dibînin ku di roja îro de ev rêveberî ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bûye sîwan. Di gava yekemîn de, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ermen, çerkez, ereb, kurd, tirkmen, asur û kildan yekîtiya xwe dan avakirin. Di nava Rêveberiya Xweser û Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de herî zêde jinan sûd wergirtin. Di encama hişmendiya zayendperest de jin ji mafên xwe yên rewa hatibûn qutkirin. Ji ber vê bi avabûna Rêveberiya Xweser re jinan rola xwe ya di civakê de zindî kirin û di roja îro de bi nasname, reng û nêrîna xwe beşdarî siyasetê dibe û di tevahî qadên jiyanê de xwedî misyon e."   'Em weke rêveberî bi gelê xwe mezin dibin'   Emîneyê da zanîn ku êriş li dijî destkeftiyên Rêveberiya Xweser tên kirin û wiha dewam kir:"Li herêmên ji derveyî Rêveberiya Xweser ewlehî tune ye. Gel her koçber dibin û ji ber newekheviyê êşê dikşîne. Lê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyan ji hemû aliyên xwe ve rêxistinkirî ye. Bê guman dema ku Rêjîma BAAS'ê û dewleta tirk van destkeftiyan dibînin rêveberiyê reş dikin. Ji ber vê her tim gef û êrîş li dijî rêveberiyê tên kirin. Ji aliyekî din ve hişmendiya ku Rêveberiya Xweser pê tev digere li ser hilweşîna tevahî pergalên hegomonîk xeter e. Loma êriş zêde ne. Em weke rêveberî bi gelê xwe mezin dibin. Gel jî di hemû şert û mercan de li rex rêveberiya xwe ne. Pergala Rêveberiya Xweser ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi xwe rêveberiyê dikin, model û pirojeya herî minasib ya birêvebirina Sûriyê ye. Ev model dikeve xizmeta civakên bindest û li dijî berjewendiyên desthilatdaran e, ji ber vê gelên Rojhilata Navîn jî dikarin vê pergalê bixin meriyetê."