Gulîzar Olmez: Xeyalên me hene û em ê pêk bînin 2021-01-27 09:01:25   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Seroka Komeleya Piştgirî û Parastinê ya Astengdaran a Cizîrê Gûlîzar Olmez, anî ziman ku ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê kar û xebatên wan sekinîne û got: “Di nava civakê de bi çavek biçûk li me dinêrîn û em bi cudakariyê re rûbirû dimînin. Lê xeyalên me hene û em ê pêk bînin.”   Li navçeya Cizîr a Şirnexê, di sala 2017’an de Komeleya Piştgirî û Parastinê ya Astengdaran a Cizîrê piştî hat avakirin vir de 4 sal e  xebatên xwe didomîne.  Seroka Komeleya Piştgirî û Parastinê ya Astengdaran a Cizîrê Gûlîzar Olmez, piştî ku ket rêvebiriya komeleyê, xwe gîhandiye yek bi yek astengdarên li navçeyê û yên li derdora wê.     Gûlîzar di derbarê komele, kar, xebat û nêzîkatiya civakê ya li hemberê wan de axivî.   ‘Ji bo em piştevaniya hev bikin me komele  vekir’   Gûlîzar, destnîşan kir ku komeleya wan piştî di sala 2017’an de hat avakirin şûnde kar û xebatên xwe bênavber berdewam kirine û got: “Ev komeleya me girêdayî Federasyona Piştgirî û Parastinê ya Amedê ye. Ev nêzî 4 salan e em kar û xebatên xwe bênavber didomînin. Em ne bi tenê li Cizîrê li tevahiya heremê xebatên xwe dimeşînin. Em li hemû navçe, gund û bajarokan digerin û xwe digihînin hemû kesên astengdar. Em ji bo kesên astendar qûrsan vedikin perwerdehiyê didin û li wan kûrsiyan belav dikin. Em ji aliyekî ve jî bi saya vê komeleyê parêzeriya hevalên xwe yên astengdar dikin. Armaca vekirina vê kolemeyê ew e ku em xwe bigihînin kesên astengdar û pirsgirêkên wan bi hev re çareser bikin. Me heta niha xwe gihand gelek kesan û pirsgirêkên wan çareser kirine. Di rêvebiriya komeleyê de niha em 16 kes cih digirin.”   ‘Kar û xebatên me ji ber nexweşiyê sekinîne’   Gûlîzar, balkişand ser vîrûsa koronayê ya li tevahî cihanê belav bûye û destnîşan kir ku vê nexweşiyê bandor li wan jî kiriye û wiha berdewam kir: “Ji ber vê nexweşiyê em nikarin kar û xebatên xwe bimeşînin. Em nikarin xwe bigihînin astengdaran û pirsgirêkên wan çareser bikin. Em di kar û xebatên komeleyê de jî ji ber şewbê pirsgirêkan dijîn. Dewlet alîkariya me nake û kirêya avahiya komeleyê nade. Ji ber vê yekê em gelek zehmetiyan dijîn. Ji ber van pirsgirêkan dibe ku em komeleya xwe bigirin. Em nikarin fatûrayên ceyranê jî bidin. Beriya nerxweşiya koronayê bi kar û barên ku me dikir kirêya avahiya xwe me dikaribû bida. Lê niha ew derfetên me jî nînin. Ji ber nexweşiyê niha kes nayê komeleyê û dewletê jî alîkarî neda me astengdaran. Qezenca ku berê me ji qursan digirt me ji bo pêwistiyên komeleyê xerc dikir.”   ‘Bila mafên me astengderan jî bêdayîn’   Gûlîzar, diyar kir ku ew perwerdehiya qûrsên astengdaran, qûrsên kompîtûrê û qûrsên berhemên bi destan çêkirin didin û wiha pêlda axaftina xwe: “Em beriya nexweşiyê ev kar û xebatên xwe hemû dimeşandin. Lê em niha nikarin tu xebatên xwe bimeşînin. Ev xebatên me hemû hatine sekinandin. Xwendekarên me yên ku ji bo ezmûnan xwe amade dikin re jî alîkariyê didin û perwerdehiyê didin. Her wiha ji astengderan re dema kursî pêwîstbe em amade dikin. Her wiha ji bo mafên astengderan em diçin Enqerê kar û xebatan dikin. Em dixwazin bila mafên me astengderan jî bêdîtin. Em niha nikarin tu perwerde û alîkariyan bikin. Ev nêzî salekê ye xebatên me sekinî ne. Nêzî 16 xwendekarên me hebûn û ji wan 7 astengdar xebatekî zêde girtin û serkeftin.”   ‘Em ne parsek astengdar in’   Gûlîzar, da zanîn ku kesên ji aliyê civakê ve bi cudahiyan re rûbirû dimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji min re digotin tu nikarî û tu yê bi se rnekevî. Di nava civakê de bi çavek biçûk li me dinêrîn. Me wek mirov nedidîtin. Li hember van hemû gotin û nêzîkatiyan em zêdetir xûrtir bûn û me dest bi xebatên komeleya xwe kir.  Me bi kar û xebata ku kir piçe jî be me ew nêrîna civakê ya li heberî xwe guhert. Lê hîn jî ew nêzîkatî kêm jî be berdewam dike. Em ê wê nêzîkatiya wan jî bişkînin. Em  astengdar di bin banê vê komeleyê de gihiştin hevd û me hêz da hev. Em kesên astengdar tên ba hev pirsgirêkên xwe çareser dikin û çareseriyan ji hev re dibînin. Tu kesî bawer nedikir ku em astengdar bi ser kevin. Niha gelek astengdar bi ser ketin û ji xwe re cihên kar jî vekirine. Kesên astengdar jî xwedî mafan in. Dema kesekî astengdar di nav sûkê de derbas dibe wekî ku parseke nîşan didin û sedeqe didinê. Em ne parsek bi tenê astengdar in. Em vî  nêzîkatiya civakê tu carî qebûl nakin. Çawa mafê hemû kesan heye dixebitin, mafê astengdaran jî heye ku karê bixwaze bikaribe bike. Bila mafê astengdaran bidin. Em hîn jî rastî heman cudahiyê tên. Di her qada jiyanê de me astengdaran dûr digirin. Her çixwasî zehmetbe jî em ê fikra civakê bigûherînin. Divê em hemû kes dest bidin hevdû û tu cudahiyê nekin navbera xwe.”   ‘Em ê xeyalên xwe pêk bînin’   Gûlîzarê, di dawiya axaftina xwe de got kar û planên wan ên ji bo komeleyê hene û wiha dawî li axafatina xwe anî: “Em ê heta dawiyê kar û xebatên xwe ji bo astengdaran bikin. Em ji bo hev hene û em ê astengdar  têkoşîna xwe bidomînin. Em li komeleya xwe hemû pêdiviyên astengderan çareser dikin. Niha ji ber nexweşiyê me navber daye kar û xebatên xwe. Lê di demên pêş de em ê van kar û xebatên xwe bimeşînin. Xeyalên me hene û em dixwazin pêk bînin.”