ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-01-27 09:00:00   *Seroka Komeleya Piştgirî û Parastinê ya Astengdaran a Cizîrê Gûlîzar Olmez, anî ziman ku ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê kar û xebatên wan sekinîne û got: “Di nava civakê de bi çavek biçûk li me dinêrîn û em bi cudakariyê re rûbirû dimînin. Lê xeyalên me hene û em ê pêk bînin.” DÎMEN HEYE   *Cîgira Encumena Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Emîne Bekir têkildarî salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser wiha got: "Em roj bi roj bi gel re mezin dibin. Di van heft salan de eşkere bû ku çareseriya aloziya Sûriyeyê modela Rêveberiya Xweser e û jin bi avakirina Rêveberiya Xweser bûn xwedî mîsyon."DÎMEN HEYE   *Hevseroka PYD'ê ya navçeya Tirbespiyê Hediya Şemo têkildarî mirina bi guman a 3 jinên Êzidî yên di kampên penabaran ên li Başûr de wiha got:"Pêwîst e jinên Êzidî li hemebrî plan û siyasetên ku li ser Êzidiyan tê meşanidn di nava berxwedanê de bin. Her wiha li dijî êrîşên şerê taybet xwe bi rêxistin bikin." DÎMEN HEYE   *Rêvebera ÎHD’a Şemzînanê, Pinar Yilmaz binpêkirinên li girtîgehan tên jiyîn û pirsgirêkên ji ber Vîrusa Koronayê (covîd 19) pêk tên nirxand. Pinarê got:"Divê ji bo berdana girtiyên nexweş gav bên avêtin." DÎMEN HEYE   *Ji parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Şeyma Onur wiha got: “Hêzên ewlehiyê qanûna 6284 û Peymana Stenbolê pêk nayne, dibêjin ‘hevjînê te ye, tiştên wisa di malbatê de dibin’ û jinan bi tundiyê rû bi rû dihêlin. Dema rewş wisa dibe jî wekî din çareya jinê namîne û parastina cewherî pêk tînin”   *Helbestkar û nivîskar Mulkiye Tekîn da zanîn ku mêrê bi navê Mehmet Salîh Akdenîz saleke li ser hesabên medyaya civakî wê tacîz dike û got: "Ez her tim bi tehdîta Mehmet ve rûbirû dimînim. Min serî li qereqolê da lê bê encam ma serlêdan." BI DÎMEN    *inên Siyasetmendar ên Mêrdînê bertek nîşanî berdana bersûcê destavêtin Osman Çurdan û gotin: “Berdana Osman Çur encama polîtayên bê ceza hiştinê ye û rê li ber zêde bûna bûyerên bi vî rengî vedike. Lê em weke partî, sazî û komeleyên jinan em ê li dijî van polîtîkayên qirêj ên îqtidarê serî rakin û nehêlên tecawizkar li derve rehat bigerin" BI DÎMEN   *Li dijî êrişên li ser Til Rifetê ew ê Kongreya Star li Şehbayê meşê li dar bixe. (13.00)   *Li dijî hedefgirtina jinan ew ê Meclîsa Jina Azad li Şehbayê daxuyaniyê bide. (10.00)   *Ew ê li Kobanê ji bo salvegera rizgarkirina Kobanê şahî bê lidarxistin. (14.00)   *Dê li Qamişloyê li dijî êrişên li ser Til Rifetê meş bê lidarxistin. (10.30)    *Meclîsa Kantona Hesekê dê li dijî qetilkirina jinan li Hesekê kon vegire. (11.00)   **Rêxistina HDP'ê ya Navçe û Bajêr ji bo bal bikişînin li ser tecrît û grevên birçîbûnê wê li ber deriyê avahiya HDP'ê ya bajêr daxuyanî were dayîn.(11.00)