Em ê bi rêxistinbûnê tola jinan hilînin 2021-01-26 17:24:02     ŞENGAL - TAJÊ qetilkirina jinan ji aliyê DAIŞ'ê ve bi daxuyaniyekê şermezar kir û got ku ew ê bi rêxistinbûnê tola jinan hilînin.   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di derbarê kiryarên ne mirovane yên ji aliyê dewleta tirk û DAIŞ'ê yên li ser jinan pêk anîn û di encamê de jinan jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da û qetilkirina jinên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin û qetilkirin şermezar kir.     Daxwiyanî ji aliyê  endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Niam Iyas  ve hate dayin û wiha hat gotin, "Tevahî dewletên desthilatdar ji hêza jina rêxistin kirî ditirsin ji bo wê ye ku li kûderê jin dibe pêşenga civaka xwe li wir tê hedefgirtin.”   Niam Bedel a ku di daxuyaniyê de axivî jî wiha got: “ Îro bûyerên kû li başûrê Kûrdistan û li rojavayê Kurdistanê rû didin weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî em sermezar dikin.  Di encama van êrîşan de li Til Rifet dayikeke du zarokên wê li hesekê hefserok û cigira wê armanc girtine em van kiryaran şermezar dikin .Desthilatdar li ser jin û civakê zor û nêzikatiyên der mirovî dikin, her wiha cardin li Şengalê gefan dixwin.  Ev tev yekin ji xwe Erdogan  serokê DAIŞ'ê  bi xwe ye.  Ji bo wê ji bexda bigire heta Efrînê.  Ji Rojava bigire heta Şengalê başûrê Kûrdistanê tev kiryarên qirêj ji aliyê dewleta tirk ve tên meşandin.  Em cardin Qetilkirin herdû hevalên xwe yên jin Şermezar dikin. weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) em ê her li ser rêya wan têkoşîna xwe bidomînin û em ê bersiva wan bi rêxistinbûnê bidin.   Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.