‘Em ê bi rihê berxwedana Kobanê herêmên dagirkirî rizgar bikin’ 2021-01-26 15:28:38   KOBANÊ - Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi wesîleya salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser û salvegera rizgarkirina Kobanê daxuyanî dan. Di daxuyanê de sozA bilindkirina têkoşîna rizgarkirina herêmên dagirkirî hate dayin.   Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi beşdarbûna partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û malbatên şehîdan, bi wesîleya salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser û rizgarkirina Kobanê li goristana Şehîd Dicle daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endamê Desteya Rêveber yê PYD'ê Ehmed Şêxo ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Di sala 2011'an de dema ku tîrêjên Bihara Gelan belav dibû, di 15'ê Adara heman salê de derbasî Sûriyeyê jî bû. Di wê demê de hêzên hegemonîk xwestin nexşeya Sûriyeyê li gor berjewendiyên xwe biguherînin. Dewleta tirk ji destpêka raperîna Sûriyeyê ji bo ku Gelê Kurd û tevahî pêkhateyên di herêmê de azadî û mafên xwe bi dest nexin, bi rengekî eşkere destwerdana şoreşê kir. Li ser vê bingehê bi komployeke navnetewî di 2014'an de Çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kirin. Piştî ku DAIŞ'ê hinek ji axa Îraq û Sûriyê dagir kirin û çekên herî pêşketî bi kar anîn, gelek hêzan analîz kirin ku dê Çeteyên DAIŞ'ê Kobanê di 24 saetan de dagir bikin. Lê Kobanê li ber xwe da û bi xwîna zarokên xwe destaneke dîrokî nîvisandin.    Weke vê rojê di 2014'an de çavên her kesî li Kobanê bû. Beşekê dixwest ku tarîtiya DAIŞ'ê bi ser keve û beşekê piştgiriya bi serkeftinê re dikirin. Berxwedana ku li Kobanê hat kirin bû kevirê bingehîn yê avakirina pirojeya Netewa Demokratîk ku dibin sîwana xwe de yekîtiya tevahî pêkhateyên ji Sûriyeyê hembêz kir. Ev berxwedan bû navenda kombûyîna hezkiriyên mirovahiyê û semboleke cîhanî.   Ji berxwedana Kobanê ber bi rizgarkirina Girê Spî, Sirîn, Minbic, Tebqa, Reqa, Dêrezor û Baxozê çeteyên DAIŞ'ê têk çûn. Gava yekemîn ya şikandin û têkbirina terorê li ser axa Kobanê dest pê kir. Ev serkeftin jî bi saya fedekariya şervanên YPJ/ YPG’ê, şervanên enternasyonalîst, pişgirtiya hêzên koalîsyona navneteweyî û pêşmergeyan pêk hat.    Her wiha di heman demê de salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a demokratîk e. Ev rêveberî di rêxstinkirina civakê de rola girîng lîst û ji bo piştgiriya bi berxwedana Kobanê re bi erka xwe rabû. Piştî binketina çeteyên DAIŞ'ê ya li Kobanê, serokê çeteyan Erdogan rûyê xwe yê rast eşkere kir. Her wiha çeteyan dibin navên cuda de bi serkêşiya dewleta tirk Efrîn, Serêkanî û Girê Spî jî dagir kir.  Dagirkirina van herêman li ber çavên tevahî hêzên navnetewî, bi taybet hêzên Rûsiya û Rêjîma Sûriyê ku bi bêndegiya wan hevkariya wan ya di van êrîşan de eşkere dibe, pêk hat. Hewildanên dewleta tirk yên dagirkirina herêmên din didomin, lê bêdengiya civaka navnetewî û hêzên navxweyî jî pê re didome.    Em weke Partiya Yekîtiya Demokratîk a Herêma Firatê soz didin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî gelê Sûriyê ku em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin, da ku em herêmên xwe tevahî rizgar bikin."   Daxuyanî bi dirûşma"Şehîd namirin" û "Berxwedan jiyan e" bi dawî bû.             Di heman çarçoveyê de Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê serdana goristana Şehîd Dicle kirin û kulîlk danîn ser gorên pakrewanan.