Li Mexmûrê çalakiya greva birçibûnê di roja 40’an de didome 2021-01-26 15:26:03     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên zîndanan hat destpêkirin, di roja 40’an de didome.     Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê, di 27’ê Mijdarê de li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan, di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hatibû kirin. Çalakî bi koma 20'emîn di roja 40'emîn de didome.    Çalakvan her roj kom dibin û li ser pêvajoya siyasî nîqaşan dikin. Her wiha her roj Mexmûrî tên serdana berxwedêran.    Li ser navê koma gel Haci Tok axivî got: "Ev çalakiya ji bo azadiya firzîkî ya Rêber Apo hatî dest pê kirin, silav dikin. Her ferdekî kurd ku ji xwe re dibêje ez welatparêzim divê li vê çalakiyê xwedî derkeve. Careke din em li vir çalakiyên zîndanan jî pîroz dikin û wan silav dikin, ji wan re serkeftinê dixwazin."   Li ser navê koma 20’mîn Suheyla Alturk jî xêrhatina gel kir û wiha axivî: "Çalakiyên ku niha li zîndanan tên meşadin em silav dikin. Bi taybet berxwedana ku li her çar parçeyên Kurdistanê û Awropa li hember dagirkeriyê tê meşandin silav dikin, serkeftin dixwazin û piştgiriya xwe ji bo wan diyar dikin. Weke tê zanîn demeke dirêje rêberê me dibin tecrîdekî giran de ye. Em Gelê Kurd heya şikandina vê tecrîdê ranawestin û em ê heya dawî li ber xwe bidin."