Aktîvîstên TJA'yê çûn serdana malbatên girtiyan 2021-01-26 14:12:47     ŞIRNEX - TJA di çarçoveya kampanyaya "Em xwe diparêzin" de çûn serdana malbatên girtiyan ên Dergûlê ya Şirnexê.    Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya kampanyaya “Em xwe diparêzin” de bi rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çûn serdana malbatên girtiyan ên li bajaroka Dergûlê ya Şirnexê.    Jinan di hevdîtinan de bal kişandin ser binpêkirina mafên girtiyan û grevên birçîbûnê.