Mor Çati rapora tundiya li ser jinê ya du mehan weşand 2021-01-26 13:07:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Stargeha Jinê ya Mor Çati di rapora xwe ya "Di serdema Vîrusa Koronayê de Tundiya li ser Jinê ya Mijdar-Kanûn 2020" de bal kişand ser têkoşîna jinê dûrxistina ji tundiyê û hat gotin jin tevî dewletê jî hewil didin ku dawî li jiyana wa neyê.    Weqfa Stargeha Jinê ya Mor Çati rapora xwe ya "Di serdema Vîrusa Koronayê de Tundiya li ser Jinê ya Mijdar-Kanûn 2020" li ser sîteya xwe ya înternetê parve kir. Di raporê de hat diyarkirin ku astengiya herî mezin a li dijî têkoşîna jinê ya li dijî tundiyê ew e ku peywirdarên cemaweriyê zagon û rêziknameyan bi cih nînin.    Di raporê de wiha hat gotin:   "Di mehên mijdar û kanûnê de jinên xwestine di çarçoveya zagona 6284'an de biçin stargehan bi hinceta cih tune ye paşve hatine şandin. Her wiha ŞONIM tenê daneyan digire û li dijî tundiya li ser jinê jî peywirê nagire û ji jinan re derveyî alternatîfa stargehan alternatîfên din nayên afirandin. Loma jin mehkûmî malên tundiyê lê dibînin tên kirin. Piştigiriya ji bo jin ji nû de jiyana xwe ava bike nayên dayin û bi muameleya ne baş rû bi rû tên hiştin.   'Ji bo jin ji tundiyê bên dûrxistin divê mînakên baş pêk bên'   Di raporê de hat diyarkirin ku biryarên di çarçoveya zagona 6284 de hatiye dayin tenê li ser qaxizê dimîne û wiha dewam kir:"Biryar ne ji bo parastina jinê wekî sembolîk tên dayin. Pêkanîn piştigiriyê didin jinan ji bo jin di jiyanê de li ser piyên xwe bimînin bandoreke erênî diafirîne. Loma em ê pêkanînên ne baş teşhîr bikin. Ji bo jin ji tundiyê bên dûrxistin divê mînakên baş pêk bên."