Çalakiya xwedîderketina li Asayîşa Şengalê 56 roj in didome 2021-01-26 11:55:54     NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca piştgirîdana Asayîşa Êzidxanê hatî destpêkirin 56 roj in berdewam dike.    Li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û her wiha ji bo piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, xelkê Şengalê bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedan. Çalakî di roja xwe ya 56’yan de berdewam dike.   Xelkê Şengalê diyar kirin ku ku heya daxwazên wan pêkneyên, ew ê dev ji berxwedana xwe bernedin.