Li Bajarê Serdeştê jinek bi îşkenceyê hat kuştin 2021-01-26 11:32:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bajarê Serdeştê yê rojhilatê Kurdistanê, Sonya Dogan, ji aliyê 4 mêran ve ji ber îşkenceya lê hat kirin jiyana xwe ji dest da.    Li gorî nûçeya di Ajansa Kurtpayê de hat weşandin hat diyarkirin ku li Bajarê Serdeşt ê rojhilatê Kurdistanê Sonya Dagkan ji aliyê 4 mêrên xizmên xwe ve ji ber îşkenceya lê hatiye kirin jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku dayika Sonyayê ji ber ku 10 roje agahî ji keça xwe negirtiye serî li qereqolê daye.    Di çarçoveya lêpirsîna hat kirin de birayê Sonyayê û xizmekî wê di 24'ê Çileyê de hatine binçavkirin. Birayê Sonyayê û xizmê wê yên ku hatin binçavkirin diyar kirin ku wan Sonya qetil kiriye û cenazeyê wê jî cihekê ku rê pê nakeve veşartin û  du kiriyarên din ku tiliya wan di qetilkirina Sonyayê de heye jî hîna nehatine  girtin.    Cenazeyê Sonyayê piştî ku rakirin nexweşxaneyê di ropara otopsiyê de jî derket holê ku bi îşkenceyê hatiye qetilkirin.