'Heta ku mijara zanîngehên jinan di rojevê de be wê têkoşîn bidome' 2021-01-26 09:05:39   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Jinên zanîngehê dixwînin, diyar kirin ku fikra zanîngeha jinan encama polîtîkayên dijminane ya li hemberî jina ye û ji bo zanîngehên azad û xweser banga têkoşîna topyekûn kirin.    Projeya Zanîngeha Jinan di bernameya Salane ya Serokomariyê ya 2021’ê de cih girt û fermî kirin. Jinên zanîngehê dixwînin di rojên borî de li dijî vê  Koma 'Kampanya em ê zanîngehên Jinan nedin avakirin' îlan kir. Jinên di koma kampanyayê de diyar kirin ku bi zanîngeha jinan re jin ji civakê tên tecrîdkirin û hewl tê dayîn ku jina makûl bê afrandin. Jinan da zanîn ku jin ji xwe ji zanîngehên ku bi mêjiyê mêr hatine avakirin , dur hatine girtin û ji zanistên pozîtîf dur hatine xistin. Jinan diyar kirin ku heta daxwazên wan pêk bên wê têbikoşin.   ‘Armanc dikin ku jina makul biafrînin’   Ji Koleketîfa Jinan a Zanîngehê Zehra Akbiyik diyar kir ku zanîngehên jinan yek ji berhemê polîtîka heteronofmatîf a paşverû ya desthilatdariyê ye û got yekîneyên ewlehiya taybet ya zanîngeha (OGB), di encama ku bi qeyûman nekirine bin zextê hatiye derxistin û wiha pê de çû: “Hewl didin jinan ji zanista pozîtîf dur bixin û jina makul biafirînin. Ji ber vê jî em jin û aktîvîstên LGBTÎ li dijî vê ne. Her tim desthilatdarî û polîtîkayên wê jinan sûcdar dike û saetên derketina kolanê diyar dike û di esasê de jî zanîngehên jinan ji bo vê tê afirandin. Zextên li ser me wê hîn bêtir giran bibin.”   Kampanya hat destpêkirin   Zehrayê daxuyakirin ku li şûna ku divê li zanîngehan dersên wekheviya zayenda civakî hebin, ev yek pêk nayê û li zanîngehan zanista bi hişê mêr tê hilberandin û li zanîngehan Yekîneya Piştgiriya li Dijî êrîş û Destdirêjiyê, Komîsyonên Pêşîgirtina Tacîza Zayendî pir kêmin û her wiha yên hene jî pêk nayên. Zehrayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me hemû jin û rêxistinên LGBTÎ kampanya ‘em zanîngehên jinan naxwazin’ da destpêkirin. Em li ser du daxwazan zelal sekinîn. Daxwaza me dayîna dersên wekhevya zayenda civakî û modela zanîngeha xweser azad e.”   'Israra zanîngeha jinan israra dijminahiya jinan e'   Ji Pîrebokên Kamkupê Dîlan Îpek jî destnîşan kir ku beriya zanîngehên jinan ewil projeyên ‘otobusên pembe’, ‘vagona pembe’ hebûne û got projeya zanîngeha jinan jî wek wan jinan ji qada cemawerî dur dixe û projeyên dijminê jinê ne. Dîlanê ev tişt vegot: “Zanîngeh anîne asta ku jin nikarin bîhna xwe bigirin. Destdirêjî, şîdet, mobîng pêk tên. Projeyên zanîngeha jinan ne projeyek nû ye. Di navberê de 3 sal derbas bûn û di plansaziya salane de ye. Ev israr di esasê bi têkoşîna jinê re eleqedere. Me ev israr di Peymana Stenbolê de jî dît. Ev israra dijminahiya li hember jinê ye. Me ev israr di êrîşa li hember mafên hatine qezenckirin de jî dît. Divê xeteke têkoşînê bê avakirin.”   ‘Di hewldana ferzkirina îdelolojiya xwe de ne’   Ji Jinên Ciwan Azad Meryemê jî got divê li zanîngehan jî di biryarên mekanîzmayê de xwendekar û akademîsyen hebin û wiha pê de çû: “Zanîngehên jinan, berdewama îdeolojiya li zanîngehan tê ferzkirinê ye. êrîşa bi peymana Stenbolê dest pê kir, bi zanîngehên jinan didomin. Dixwazin jinan ji civakê tecrîd bikin. Ji ber ku bi tecrîdê dikarin her tiştî bikin bin kontrolê. Dixazin jinan daxînin asta makul û bi nêrîna ol re îdeolojiya xwe ferz bikin. Em jin zanîngehên azad dixwazin.”   ‘Divê hemû jin li dijî vê derkevin’   Meryemê di berdewamaiyê de wiha got: “Zanîngehên jinan pêşerojek baş nadin jinan. Zanîngehên jinan, nêrîna hevjînek baş, ji mêr re ye û li jinê koletiyê ferz dik. Em dixwazin bibin endezyar, doktor û pîşeyê bê zayend. Divê em li dijî vê têkoşîna topyekun bidin.”   'Li zanîngehê ser destdirêjiyê hat girtin'   Ji Demîr Leblebî, xwendekara zanîngeha Egeyê Derya Emrem jî bi lêv kir ku bi zanîngehên jinan dixwazin jinan ji hemû teşeyên şîdetê an jî di parastinên cewherî de berpirs bibînin û ev tişt vegot: “Salek û nîv berê li zanîngehê bûyerek destdirêjiyê hat jiyîn û li şûna rêveberî ligel jinan cih bigire ser destdirêjiyê girtin. Ji ber vê jî pêşiya tiştên wisa tê vekirin. Divê zanîngehekên yekîneyên têkoşîna li dijî şîdeta zayendî bên avakirin. Ji bo afirandina kampusên azad û wekhev, em banga têkoşînê li jin û LGBTÎ’yan dikin.”