‘Ji bo girtiyan çi pêwist e divê em bikin' 2021-01-26 09:03:07   Sema Çaglak - Safiye Alagaş   AMED - Hanîfî Kaçar ku ev 17 sal in di girtîgehê de ye û hevjîna Hanîfî Edalet Kaçar diyar kir ku rakirina tecrîdê daxwaza hemû kesan e û ev tişt got: “Bila êdî ev zilma li ser girtîgehan biqede. Gava ev tecrîda li ser girtîgehan û li ser serokatî ji holê rabe, wê demê aştiyekê mayînde pêk bê."   Di 27'ê Mijdara 2020'an de girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û herêmê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo şermezarkirina binpêkirina mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Têkîldarî mijarê xizmên girtiyan banga hestiyariyê dikin. Her wiha zextên li hemberî girtiyan her roja ku derbas dibe zêdetir dibe.    Girtiyê PKK’yî Hanîfî Kaçar (56) ku cezayê muebetê lê hatiye birîn, ev 17 sal in di girtîgehê de ye. Ji roja hatiye girtin heta niha gelek caran hatiye sirgunkirin. Hanîfî niha jî li girtîgeha Manîsayê ya Tîpa T’ê de dimîne û yek ji girtiyekî nexweş e. Hevjîna Hanîfî, Adalet Kaçar diyar kir ku ji roja hatî girtin heta îro bi gelek zext û îşkenceyê re rûbirû maye.    ‘15 rojan di hicreyê de mabû'    Adalet di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku hevjînê wî ji ber îşkenceyên ku lê hatiye kirin hem di aliyê derûnî de hem jî aliyê fîzîkî de gelek nexweşî pê re derketine holê û wiha axivî: “36 sal ceza dan hevjînê min. Gelek îşkence lê hat kirin, asta îşkenceyên xwe wisa zêde kirin ku carek ez çûm hevdîtina wî lê min ew nas nekir. 15 roj in di hucreyê de mabû. Me çend caran daxwazname şandibû ku tedawiya wî bê kirin lê belê tevî daxwaz û bangên me nehat tedawî kirin û beravajî îşkence û zextên li ser berdewam kirin.”   ‘Em ji tenduristiya wî bi fikar in’   Adalet anî ziman ku hevjîna wî êdî nikare di şert û mercên girtîgehê de îdare bike û wiha bilêv kir: “Hanîfî ji girtina xwe de heta niha gelek caran ketiye grevên birçîbûnê jî lê di salên dawîn de ji ber ku nexweşînên wî pê re giran hat, nekarî bikeve grevê. Di rewşa wî de baş bûn nîne, her sala ku li pey xwe dihele rewşa wî jî xirab dibe. Temenê wî jî mezin e û êdî nikare li wir di nav îşkence û zilmê de bijî. Em ji bo tenduristiya wî bi fikar in. Ango ji xeynî tedawî kirinê çarenûsek din nîne. Hevjîna min ev çend sal in ji malbata xwe dûr e. Gava em diçin hevdîtina wî bi gelek zehmetiyan re jî rûbirû dimînin. Sirgûnê bajarên dûr tê kirin û ji ber vê yekê carinan derfetên me têrî nake ku em biçin hevdîtinê.”   ‘Divê çalakiya girtiyan xwe bigihîne armanca xwe’   Adalet got girtî di şert û mercên li dij mirovahî de têdikoşşin û wiha pêdê çû: “Ji aliyê hemû kesan ve jî tê zanîn, helwestên ku li ser girtiyan tê meşandin tu kes nikare qebûl bike. Girtî jî ev binpêkirinan qebûl nekirin. Lewra li dijî wê dest bi greve kirin. Dîvê çalakiya girtiyan xwe bighîne armanca xwe. Da ku daxwazên wan neye cih ne ji bo girtiyan ne jî ji bo malbatan aramî heye.”   ‘Rakirina tecrîdê daxwaza me ye’   Adalet wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em hemû dixwazin tecrîd rabe. Îro ji bo ku tecrîda li ser hemû girtîgehan rabe divê em destê xwe didin destê hevdû. Bila hemû malbat ji girtiyan re xwedî derkevin. Dest û pêyên girtiyan li wir girêdayiya lê belê heke îro em ji wan re nekaribin bibin bersiv wê demê ew ê çawa bijîn. Divê îro çi pêwist bibe ji bo girtiyan re divê em bikin. Ne tenê ez divê hemû malbat piştgirîyê bidin. Em ji bo wan çalakiyan bikin. Gava ev tecrîda li ser girtîgehan û li ser serokatî ji holê rabû, wê demê aştiyekê mayînde ava dibe.”