Li Kobanê qetilkirina jinan bi meşê hat şermezarkirin 2021-01-25 15:43:45     KOBANÊ - Rêxistina Kongreya Star a Kantona Kobanê li dijî qetilkirina Hevseroka Meclîsa bajarokê Til Şayirê ya navçeya Deşîşayê ya Kantona Hesekê Sada Feysel El-Hermas û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr a ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve meşeke girseyî li dar xist.   Hevseroka Meclîsa bajarokê Til Şayir a navçeya Deşîşayê ya Kantona Hesekê Sada Feysel El-Hermas û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin revandin û qetilkirin. Têkildarî bûyerê, îro bi pêşengtiya Kongreya Star a Kantona Kobanê û bi dirûşma "Li dijî kujerên jinan sonda me tolhildan e", bi sedan jinên sazî û dezgehên civakî daketin qadan û meş li dar xistin.  Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên jinên ku ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve hatine hedefgirtin, alên Kongreya Star, alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Partiya Sûriya Pêşerojê û pankertên bi nivîsa "Bijî şoreşa jinê" , "Heya jin azad nebe, civak jî azad nabe" , "Jin afrînera civaka azad e" hatibûn hildan. Meşê ji destpêka bajarokê Sirînê dest pê kir û li pêşiya navenda Şaredariya Gel a Sirînê rawestiya.    Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, Rêveberiya Mala Jinê ya bajaroka Sirînê Yazê Xelîl û Endama Meclîsa Edaleta civakî ya Herêma Firatê Felek Yûsif axivîn.   'Banga me ji jinan re heye ku li dijî kiryarên li ser jinan têbikoşin'   Yazê da zanîn ku wê çeteyên DAIŞ'ê wê nikaribin di kesayeta herdu jinên rêveber de vîna wan bişkîne û xebatên wan lawaz bike û wiha pê de çû: "Demeke dirêj e dewleta tirk û çeteyên wê êrîşên xwe li ser gelê herêmê zêde kiriye û bi taybet li ser jinan.  Em wek jinên bajarokê Sirînê qetilkirina herdû jinên rêveber şermezar dikin. Çeteyên DAIŞ'ê û di serî de Erdogan dixwazin di kesayeta jinên pêşeng de şerê xwe bidomîn û li dijî pergala jinan şer bikin. Hişmendiya çeteyên DAIŞ'ê qebûl nake ku jin pêşengtiya civakê bikin, ji ber wê di her demekê de jinan dikin hedef. Banga me ji tevahî jinan re heye ku li dijî kiryarên li ser jinan têbikoşin."   'Sîstemên desthilatdar  li dijî xeta jina azad dixebitin'   Endama Meclîsa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê Felek Yûsif bal kişand ser komkujiyên ku di derheqê jinan de pêk tên û ev tişt got: "Ev ne cara yekemîn e ku jin tên hedefgitin, beriya niha bi dehan komkujî bi destên çeteyên DAIŞ'ê yên derheqê jinan de pêk hatine. Sîstemên desthilatdar  li dijî xeta jina azad dixebitin.  Em li vir soz didin ku wê şopa wan bê domandin."   Meş bi dirûşma "Jin jiyan azadî " bi dawî bû.