Li Mêrdînê jinekê xwest dawî li jiyana xwe bîne 2021-01-25 14:21:43   MÊRDÎN - Li navçeya Şemrexa Mêrdînê jina bi navê H.E xwest dawî li jiyana xwe bîne. H.E rakirin nexweşxaneya taybet a Mêrdînê.    Li navçeya Şemrexa Mêrdînê jina bi navê H.E (25) xwest dawî li jiyana xwe bîne. H.E, dibin nexweşxaneya dewletê ya navçeyê û piştre jî wê dişînin nexweşxaneya taybet a Mêrdîne.    Li nexweşxaneya dewletê ya navçeyê malbata H.E û malbata hevjînê wê şer dikin. Şerê di navbera malbatan de xebatkarên tenduristiyê jî bi şîdetê re rûbirû man. Derbarê herdu malbatan de lêpirsin hat vekirin.    Her wiha sedema hewldana xwekuştina H.E yê nehat zanîn.