TJA û Meclîsa Jinê ya HDPê têkildarî tecrîdê panelek li dar xistin 2021-01-25 11:58:45   AMED - TJA û Meclîsa Jinê ya HDP'ê têkildarî tecrîdê panelek li dar xistin. Di panelê de Parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal diyar kir ku îro hemû girtîgeh bûne wek îşkencexaneyê.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  de li navçeya Rezan panelek li dar xistin. Hevseroka Giştî ya Partîya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, Parêzera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Ûysal û xizmên girtîyan û gelek kes beşdarî panelê bûn.   Newrozê bal kişand ser grevên birçîbûnê ku di roja xwe ya 60’emîn de ye û wiha got: “Gelek zext û zordarî li ser girtîgehan heye û mafên wan her ku diçe binpê dibe. Di heman demê de hemû girtîgeh bûne wek îşkencexaneyê. Hem bi awayekî fîzîkî hem jî bi awayekî derûnî li ser girtîyan cureyên îşkenceyan dimeşînin. Xwesteka girtiyan rakirina tecrîdê ye.  Xwestekên girtiyan xwestekên rewa nin û pêwist e ku bêne pêkanîn. Tecrîd, li girtîgeha Îmraliyê di şexsê birêz Ocalan de li ser hemû girtîgehan û di her qadên civakê de heye.  Girtina birêz Ocalan ya heta îro li Îmraliyê,  bi xwe îşkenceyek e.”   Piştî axaftina Newrozê panel ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.