78 girtiyan xwest sewqî Îmraliyê bibin 2021-01-25 11:31:09   RIHA - Ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2'yan a Rihayê 78 girtî xwestin sewqî Girtîgeha Îmraliyê bibin.   78 girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê girtî ne, xwestin sewqî Girtîgeha Îmraliyê bibin. Hat hîn bûn ku girtiyan yek bi yek daxwazname ji rayedarên girtîgehê re nivîsandine û daxwaza sewqkirinê kirine.    Hat zanîn ku rayedarên girtîgehê heta niha ne erênî ne jî neyînî tu bersiv nedane daxwaznameyên girtiyan.