55 roj in çalakiya xwedîderketina li Asayîşa Şengalê didome 2021-01-25 10:02:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca piştgirîdana Asayîşa Êzidxanê hatî destpêkirin 55 roj in, berdewam dike.   Li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û her wiha ji bo piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, xelkê Şengalê bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedan. Çalakî di roja xwe ya 55’yan de berdewam dike.   Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Xelkê Şengalê diyardikin ku heya daxwazên wan pêkneyên, ew ê dev ji berxwedana xwe bernedin.