Rêveberiya Xweser a hemû gel di bin sîwana xwe de parast 2021-01-25 09:13:49   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi riya avakirina pergala Rêveberiya Xweser çarenûsa xwe guhert. Ji sîstema desthilatdar û netew-dewlet dûr, pergala azadiya zayendan esas hat girtin, civaka demokratîk û wekheviya gelan hat hilbijartin.      Rêveberiya Xweser a demokratîk 7 salên bi guhertin û veguhertinên ber bi çav, li pey xwe hişt. Rêveberiya Xweser di dirêjahiya van salan de ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyaneke bi ewle, azad, wekhev û demokratîk afirand. Rola Rêveberiya Xweser ji tevahî cîhanê re teqez kir ku ev model çareseriya ji bo aloziya Sûriyeyê ye û nasnameya gelan e.   Gelê Rojava bi vîneke azad xeta sêyemîn hilbijart   Gelên Sûriyeyê di Adara 2011'an de bi armanca wekhevî, demokrasî û azadiyê dest bi şoreşê kirin. Li Rojavayê Kurdistanê, Gelê Kurd di raperîna Sûriyeyê de li berxwe da û ji desthilatdariya Rêjîma BAAS'ê rizgar bû. Ji ber vê çirûska yekemîn a şoreşa Rojavayê Kurdistanê di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Kobanê hat ragihandin. Piştî serxwebûna herêmên Rojavayê Kurdistanê û rizgarbûna ji hêzên Rêjîma BAAS'ê, gelên Rojava bi nêrîneke hevbeş teqez kirin ku pêwistî bi pergaleke nûnertiya rasteqîn a gel heye. Loma di 21'ê Çileya 2014'an de damezrandina yekemîn Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêma Cizîrê hat ragihandin. Gelê Rojavayê Kurdistanê bi vê gavê re hilbijartina xeta sêyemîn ragihandin.     Rêveberiya Xweser nasname û vîna gelan e   Rêveberiya Xweseriya Demokratîk weke model çavkaniya xwe ji felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Netewa Demokratîk digire. Pergala Rêveberiya Xweser ji nava aloziya Sûriyeyê weke modeleke nû ku gel xwe û herêmên xwe bi rê ve dibe, bi awayekî hevbeş parastina jiyana demokratîk dike. Her wiha bêyî ku ferq û cudahiyê bixe navbera zayend, pêkhate, bawerî, ol, mezheb û etnîkan derket pêş. Hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser pêkanîna azadî, edalet û demokrasiyê û hevsengiya ekolojîk û wekhev esas digire. Li gor zagonên navneteweyî û navxweyî mafê jin û zarokan diparêze û rêzê ji azadiya tevahî ol û baweriyan re digire.    Parastina maf û nasnameya jinê xaleke girîng e   Bi ragihandina damezrandina yekemîn a Rêveberiya Xweser re di 21'ê Çilêyê de li herêma Cizîrê, Rêveberiya Xweser di 27'ê heman mehê de li Kobanê û di 29'an de li herêma Efrînê Rêveberiya Xweser hatin ragihandin. Di pergala Rêveberiya Xweser de li şûna rêbazê yekserokatiyê, pergala hevserokatiyê ku jin û mêr li gel hevdû bi awayekî wekhev û demokratîk rêveberiyê dikin, hat pêkanîn. Her wiha pêkhateyên kurd, ereb, tirkmen, çerkez, suryan, asûr, kildan û ermen bi ziman, reng û çanda xwe  cihê xwe di rêveberiyê de digirin. Di Rêveberiya Xweser de parastina maf û nasnameya jinê xaleke girîng e. Li rex ku jin di tevahî deste û dezgehan de hevserokatiyê dikin, deste û komîteyên jinê yên xweser jî hene. Her wiha 16 deste û bi dehan bîro jî hene.    Rêveberiya Xweser sîwana jiyana wekhev û demokratîk e   Rêveberiya Xweser herêmên ku ji aliyê Hêzên QSD’ê ve mîna Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê yên ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin, beşdarî pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk kir. Lewra li rex 3 Rêveberiyên Xweser 4 rêveberiyên sivîl jî hatin ragihandin. Di 6'ê Îlona 2018'an de ji bo ku her 7 Rêveberiyên Xweser û sivîl bi awayekî rêxistinkirî kar bikin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin. Ev rêveberî sîwana rêxistinî û biryargeha giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.    Rêveberiya Xweser a hemû gel di bin sîwana xwe de parast   Li ser vê bingehê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala xwe ji tevahî cureyên êrîşan diparêzin û bi hêztir dikin. Rêveberiya Xweser bi pergala xwe diyar kir ku hişmendiya netew-dewlet a mêrê serdest dikare bê guhertin, lê pêwistî bi têkoşîneke bîrdozî ya xurt heye. Rêveberiya Xweser a hemû gel di bin sîwana xwe de parast bala cîhanê dikşîne. Ji ber vê modela Rêveberiya Xweser ji bo tevahî gelê cîhanê mînakek e, loma bi sedan kesên ku vê pergalê meraq dikin berê xwe didin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.