Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 60'emîn de ne 2021-01-25 09:11:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27'ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin, bi koma 12'emîn ket roja xwe ya 60'emîn.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin koma bi 12'emîn çalakî ket roja 60'î.