Malbatên girtiyan: Ev tecrîd êdî nayê qebûlkirin 2021-01-25 09:04:29   Sema Çaglak   AMED -Têkîldarî grevên birçîbûnê bangên malbat û xizmên girtiyan ji bo hestiyariyê didomin. Malbatên girtiyan destnîşan kirin ku êdî ev tecrîd bi her cûreyên xwe nayê qebûl kirin û wiha gotin: “Bila êdî dayik êş û janê nekişînin, heke ev tecrîd ji holê rabe dê zilm jî biqede.”   Di 27'ê Mijdara 2020'an de girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye, bakurê Kurdistanê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan dest bi gireva birçîbûnê ya bê dem û dorveger, kirin. Malbat û xizmên girtiyên ku di çalakiya greva birçîbûnê de ne û saziyên sivîl ji bo balê bikişînin ser çalakiyê banga hestiyariyê û xwedîlêderketinê dikin.   ‘Bila êdî dayik êş û janê nekşînin’   Hamza Yildiz(22) yek ji van girtiyan e û ev nêzî 5 sal in li girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtî ye. Dayika Hamza, Turkan Yildiz diyar kir ku zarokên wan bi sedemên pûç û vala bi salan e li girtîgehan dimînin û wiha axivî: “Em wek malbatên kurd bi salan e bi hesreta zarokên xwe ne. hefteyek berê kurê min geriya ji min re wiha got, 'Em nebaş in, li ber xwe didin'. Zext û îşkence li zarokên me tê kirin. Ev îşkence û tehdît hertim li ser girtîyan hebû. Beriya vê jî  ewilî jî li dijî îşkence û tecrîdê ketibûn grevê. Kurê min wê demê jî ketibû grevê.  Me malbatan zêde kişand, bi dilekî rihet pariyek nan nediket deve me. Her wiha zarokên me di encamê de pir zerar dîtin. Niha jî ev pêvajo ji nû ve hate destpêkirin. Daxwaza me aştî ye. Êdî bila dayik êş û janê nekişînin.”   ‘Heke tecrîd rabe, dê ev zilm jî biqede’   Turkan di dawiya axaftina xwe de wiha lê zêde kir: “Ji bo ku êdî dayik negirîn divê em destên xwe bidin hev û têkoşînê bidin. Tu cudahiya dayikan ji hevdu nîne. Hemû dayik jî ji bo zarokên xwe diêşin.  Tenduristiya kurê min jî nebaş e. Bi koronayê ketibû. Ango zarokên me çiqas ji me re bêjin em baş in jî dîsa jî em dizanin ku nebaş in. Ji bo ku em malbat xemgin nebin ji me re rastiyan nabêjin. Bila tu ciwanên me wan zilm û îşkenceyan nebînin û azad bibin. Jiyanek bi rûmet û bextewar mafê hemû ciwanên me û hemû kesên kurd e. Bila êdî deriye girtîgehan vebe, wekî berê bila careke din ji girtîgehan cenaze neyên derxistin. Girtî dibêjin ku heke tecrîd rabe ew ê zilm û îşkenceya li ser wan jî biqede.”   ‘Heta ku em diçin hevdîtinê me pêrîşan dixin’   Mehmet Kirik(24) nêzî 2 sal in li Girtîgeha Tîpta D  ya Amedê girtiye.  Dayika wî Behîye Kirik diyar kir ku di girtîgehan de hemû çalakî hatine sînorkirin û wiha axivî: “Gava ez diçim hevdîtina lawê xwe pir zehmetiyê dibinim. Dema di pêvajoya hevdîtinê de  heta aliyê kincên me de pirsgirêkan derdixin. Heta ku em diçin hevdîtinê me pêrîşan dikin. Her wiha di aliyê telefonê de jî em gelek pirsgirêkan dijîn. Dema ku telefon dikin bi saetan em li bende dimînin. Dibêjin telefon xirab e an jî hincetên din dixin pêşiya me.”   ‘Ev tecrîd êdî nayê qebûl kirin’   Behiye her wiha destnîşan kir ku êdî ev tecrîd nayê pêjirandin û wiha bang kir: “Em malbat ji bo zarokên xwe gelek xemgînin. Gava min taştê amade dikir kurê min bi telefonê geriya û got, 'em ketine greve', nêzî 3-4 roj me nekarî bi aramî xwarinê bixwin. Ji me re gelek zor tê. Em zilmekê wisa nikarin bipêjirînin. Bila daxwazên wan bên cih û zarokên me serî li grevên birçîbûnê nedin. Dema em di hevdîtinê de wan dibînin rewşa wan gelek xirab xuya dike. Ev tecrîd êdî nayê qebûl kirin. Bila gel jî êdî bêdengiya xwe bişkîne û hemû rabin ser piyan. Em bang dikin ku bila ew zilm bi dawî bibe.”