'Êş û jana şer û êrîşên tên kirin bi lihevkirinê dikarin çareser bibin' 2021-01-25 09:02:25   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Jinên gundên Gozeliyê yê navçeya Til Temirê  dan zanîn ku bi diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û Rêjîma Sûriyeyê de, wê dagirkirî pûç bibe û êşa şer sivik bibe.    Şerê ku di di Adara 2011'an de li Sûriyê dest pê kir, gelek hêzên hegemon destwerdana wê kirin. Her çiqase civîn û danûstandin li qada navneteweyî hatin kirin jî ji ber nebeşdarbûna nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, negihiştin encamekê.  Qeyrana Sûriyeyê ya ku niha ji aliyê Hêzên Rûsiya û Emerîkayê ve, bi zanebûn temenê wê tê dirêjkirin, dibe sedem ku dewleta tirk hîn bêtir êrîş bike. Vê yekê di dagirkirina Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê de jî xwe da der.    Ji bo ku em nêrînên jinên gundê Gozeliyê yê navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê  û di xeta agir de ye bigrin, me berê xwe da gund. Gundê Gozeliyê jî yek ji ew gundên ku beriya êrîşên Tirkiyeyê, ji aliyê Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê ve jî êrîş lê hatiye kirin e.   'Ji bo koçber vegerin çareserî pêwist e'   Fatima Salih zehmetiyên ku di hebûna dewleta tirk de li nêzî gundê wan, pêk tên wiha rave kir: "9 sal in êrîşî gundê me tê kirin. Destpêkê çekdarên Cebhet El-Nusra û piştre çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundê me kirin. Ji bandora êrîşê zêdetir mirov bi koçberiyê diêşe û jana wê dikşîne. A niha jî dewleta tirk êrîşî me dike û gelekî jî ji me dûr nîne. Çeteyên tirk tenê bi çend metreyan li başûrê rêya M4 dikevinn. Em dixwazin ku dewleta tirk ji axa me derkeve, ji ber ku pêwîstiyên jiyanî yên wekî nan, av û kehrebe nayên peydakirin û bi rojan em li çolan jî radizên. Ev rewş ji bo me gelekî zehmet e. Da ku koçber vegerin ser axa xwe û rewş aram bibe, pêwîste ku Rêjîma Sûrûriyeyê Kurdan paşguh neke û li hevhatinek çêbibe."   'Êş û jana şer û êrîşan, wê bi lihevkirinan çareser bibe'   Xidra Ilyas a ku ji ber dagirkeran bi hesreta şevekê ye ku bikaribe bê tirs rakeve, derbarê diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û Rêjîmê de ev tişt anî ziman: "9 sal in em êş ê dikşînin, mane bes e?! Em dixwazin ku rojekê em bi kêfxweşî dûrî şer û kuştinê bijîn. Ji bo ku dîsa dewleta tirk nikaribe destdirêjiyê li herêmeke din bike, wekî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî, pêwîste ku lihevkirinek çêbibe. Hebûna dewleta tirk li Sûriyê nayê qebûlkirin û bi taybet li ser axa me. Ji ber ku ew xeteriyê li ser jiyana me çêdikin. Eger dewleta tirk bi tangan jî pêl min bike, em ji gundê xwe dernakevin."   'Em çareseriyeke aşîtyane dixwazin'    Nûra Xidir a ku ji ber êrîşên dewleta tirk ji gundê xwe (Geren) koç bû, berê xwe da gundê Gozeliyê û ev saleke lê dijî, derbarê êrîş û xeteriya li ser wan de ev tişt bi bîr xist: "Ji ber şerê Sûriyê û êrîşên dewleta tirk a dagirker, min 4 zarokên xwe derxistin derveyî Sûriyê. Rewşa herêmê ne ewle ye, ji bo wê ez neçar mam ku zarokên xwe hinekî dûr bibim. Em çareseriyeke aşîtyane dixwazin. Em dixwazin ku rojekê bi zarokên ku me ew mezin kirin û bi wan şad nebûn, kêfxweş bibin. Dayikek ku 3 sal in zarokên xwe nebîne heye.  Yekîtî ji belavbûnê baştir e, em jî vê dixwazin ku lihevkirinek çêbibe û hemû pirsgirêkên me çareser bikin."   'Divê ku Rêjîma Sûriyeyê kurdan paşguh neke'    Nûra di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bêzarbûna gel ji şer û xwînrijandinê û wiha dawî li gotina xwe anî: "Gelek nexweşiyên min hene, lê rastî jî ne tenê em hemû westiya ne. Pêwîste ku Rêjîma Sûriyê dest ji siyaseta paşguhkirina Gelê Kurd berde. Çawa ku mafê me ye em bijîn, heman maf ê kurda ye jî. Lihevkirin, lihevkirin û lihevkirin, eger ku îro lihevkirinek çênebe, dibe ku ev alozî hîn kûrtir bibe."