Şêniyên Efrîn û Şehbayê sivîlên komkujiya Tel Rifeatê oxir kirin 2021-01-24 17:46:06     ŞEHBA - Şêniyên Efrîn û Şehbayê hersê  sivîlên komkujiya Tel Rifeatê ku di encama êrîşên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dane, bi merasîmekê oxir kirin.   Bi hezaran şêniyên Efrîn, Şehba, Endanên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê, Rêxistina Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Endamên Partiyên Siyasî yên li Şehbayê, sivîlên komkujiya Tel Rifeatê ku di encama êrîşên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dane, bi maresîmekê oxir kirin. Di merasîmê de wêneyên pakrewanên komkujiya Tel Rifeatê, komkujiya gundê Aqîbê û wêneyên pakrewanên komkujiya ku duh pêk hatiye, hatin hildan.    Kerwanê kesên ku tevli merasîmê bûn ji nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê li Şehbayê derket û ber bi Goristana Fafînê çû. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Konseya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Herêma Efrînê Hediya Yûsif axaftin kir.   ‘Her çiqas êrîş dijwar jî bin wê têkoşşîna me geştir bibe’   Hediya di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên pakrewanên komkujiyê re xwest û wiha got: “Dewleta tirk dîsa sivîlan dike armanca êrîşên xwe yên hovana. Dewleta tirk û çeteyên wê hewil didin bi rêya êrîşên xwe Şehba ji şêniyan vala bikin ku herêmê dagir bikin. Pilanên dewleta tirk êdî ji me re eşkere ne, armanca xespkirin vîn û îradeya gelê me ye. Her çiqas êrîş dijwar jî be wê têkoşîna me geştir bibe.”   Rêveberiya Rêxistina Kongreya Star a navêçeya Ehdas li Şehbayê Gulê Mihemed jî destnîşanî hovîtiyê kir û ev tişt got: “Projeya ku niha gelê Rojava didin meşandin projeya aşîtî, wekheviya gelan e, loma êrîşên dijwar li ser pergala demokrasiye tên kirin. Ev hovîtî jî iflaskirina siyaseta wan ji me re dide nişandan.”   ‘Em ê tola zarokên xwe hilînin’   Li ser navê Malbetên herdu zarokên ereb ên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane Bedir Sekran axivî û ev yek anî ziman: “Zarokên me tu sûcên wan nîne ku wisa bi vî rengî bên qetîlkirin. Îro em zarokên xwe bi xeyalên wan re oxir dikin, lê têkoşîna me wê berdewam be û em ê tola zarokên xwe hilînin.”   Di dawiyê de nasnemeyên pakrewanan li malbatên wan hatin belavkirin û bi sipartina axê ya cenazeyan merasîm bi dawî bû.