Baroya Amedê û ÎHD'ê bi siyasetmedarên girtî re hevdtîin kirin 2021-01-24 16:37:01     AMED - Şandeyeke Baroya Amedê û ÎHD'ê ya Amedê bi siyasetêedarên girtî re  hevdîtin kirin û piştî hevdîtinê daxuyanî dan.   Heyeteke ku ji rêveberên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD)  û Baroya Amedê pêk dihat, serdana siyasetmedar, hiqûqnas, karsaz û rojnameger ên mîna Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel, Bekîr Kaya, Selçûk Kozağaçli, Osman Kavala, Ahmet Altan, Selahattîn Demîrtaş, Abdûllah Zeydan ku girtî ne kirin.  Heyetê, têkildarî vê serdanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Heyetê, destpêka daxuyaniya xwe de bal kişand ser tecrîd û izolasyona ku bi hinceta vîrûsa koronayê li girtîgehan pêk tê û çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî vê hatiye destpêkirin û destnîşan kir ku gelek amûrên girtiyan bi awayekî kêfî hatine desteserkirin û mafê wan ê bersivdayîna agahiyên derbarê wan de ji wan hatiye girtin.    Di berdewamê de heyetê diyar kir ku endamên darazaê yên ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk naynin sûc dikin û bang li Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul kir ku li dijî van endamên darazê tişta pêwîst bike.