Hevserokên DHP'ê yên Esenyurtê Stenbest hatin berdan 2021-01-24 12:47:24     STENBOL - Hevserokên HDP’a Esenyûrtê ku di serdegirtina avahiya xwe de hatibûn binçavkirin, piştî li muduriyeta polîsan îfadeyên wan hatin girtin serbest hatin berdan.   Duh di saetên şevê de polîsan bi ser avahiya HDP’a Esenyûrta Stebolê de girtibûn, deriyê wê şikandibûn, ketibûn hundir û bi saetan li avahiyê lêgerîn pêk anîbûn. Di serdegirtinê de polisan, belge, pirtûk, flama û alên partiyê desteser kiribûn û Hevserokên wê Dîlan Kiliç û Ercan Saglam jî binçav kiribûn. Her du hevserok jî piştî ku îfadeyên wan li muduriyeta polîsan hatin girtin serbest hatin berdan.