'Bi Yekitiyê em ê bi ser kevin' 2021-01-24 10:48:08     Nesrîn Hisên/Viyan Seid   ŞENGAL - Çalekiya Konê Rûmetê ya li Şengalê ku ji bo piştevaniya asayişa xwe dane destpêkirin kete roja 54’an. Çalekgeran  piştgiriya ji bo şêniyên Şengalê ya li Hanûverê silav kir.    Her kû Hukumeta Iraq PDK û dewleta tirk pilanên qirêj li ser Şengalê dikin li beram berî wê,  roj bi roj sazî û dezgehên Şengalê zêdetir diçin seredana konê rûmetê û piştevaniya xwe bi çalakiya ji bo xwedîderketina li asayişê ku hatiye destpêkirin  û berxwedanê pîroz dikin.   Endama Tevgra Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ Hena Eliyas, derbarê çalakiyê de nirxandin kir. “Ev 54 rojin çalekiya me bi biryardari berdewam dike.  Em weke civaka êzidî heta dawî di daxwazên xwe de bi biryar in, ji ber ku ji derveyê civaka xwe baweriya me bi tû hêzên din nayê. Êzidiya ji bo vê çalekiya me li Hanûverê piştgiriya me. Em spasiya wan dikin û herwiha em çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan birêz Abdûlah Ocelan ji laiyê girtiyên siyasî ve hatiye destpêkirin jî ji dil û can silav dikin.  Em dibêjin ku em ê bi yekitiye bi ser kevin.”   Endema Tevgra Azediya Jinên Êzidî TAJÊ Niam Şengalî jî wiha qala çalekiya konê rumetê kir: “Me ji bo asayişa xwe çalekiya konê rûmetê da destpêkirin û ev 54 roje em çalekiya xwe bi biryardariyek mezin didin meşandin. HeTa daxwazên me bên qebûlkirin jî em wê vê çalekiya xwe berdewam bikin. Ji ber asayişa me ji bo me  girîng e û destkeftiya me ye. Em li vir di çalekiyê de ne lê dil û mejiyê me li gel girtiyên Siyasî yên ji ber di wan derfetên zor de ji bo Rêberê xwe û binpêkirinên mafan li girtîgehan ketine gireva birçîbûnê ye.  Em bang dikin ku her kes bila ji bo Rêberê me çalekiyên mezin li darbixin ji ber ku azadiya Rêber Apo ya me tevan e."   Jina bi navê Semîra Said jî herî dawî ev nirxandin kir :“Em wê her çalekiyên xwe berdewam bikin, ji xwe heya niha hêzên Iraqê tiştek ne gotine lê heya em bigehin armanca xwe emê tekoşîn bikin û bigehijin Şengaleke xweser. Ji ber heya em xweseriya xwe avanekin em wê nekarin jiyanek azad bijîn ji bo wê divê tevahî Êzidî bi awayeke çalek berxwedan bikin.”