‘Qanûn îrade û demokrasiyê tune dihesibîne’ 2021-01-24 09:03:23   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Seroka Lijneya Rêveberiya Komeleya Dostanî ya Îmeceyê Gunselî Kaya, qanûna ku pêşî li tayînkirina qeyûman a ji bo rêxistinên saziyên civaka sivîl vedike nirxand û got: “Li vi welatî tunekirina îradeyê ne tiştekî nû ye. Ev tê wateya tunekirina demokrasî û îradeyê.”   Bertekên li dijî qanûna ku pêşî li tayînkirina qeyûman a ji bo saziyên civaka sivîl tên kirin a bi ‘Pêşnûme Kanûna Der barê Pêşîgirtina Fînansmana Belavbûna Çekên Îmhakirina Girseyî’ ya di 27’ê Mijdara 2020’an de li Meclîsê hat qebûlkirin, didomin. Seroka Lijneya Rêveberiya Komeleya Dostaniya Îmeceyê û parêzvana maf Gunseli Kaya, qanûn wek ‘îtlafa demokrasiyê’ nirxand.   ‘Hedefa esas a komeleyê piştevanî ye’   Gunselî derbarê komeleyê de agahî da û got Komele di 2008’an de li Îzmîrê hatiye avakirin.Gunselî wiha got: “Komele bi taybet ji bo kesên piştî darbeya 12’ê îlonê di girtîgehê de mane û derketine û kesên mahkumê mirina sivîl hatine kirin re piştevaniyê dike.Komele ji bo bal bikşîne ser pirsgirêkan, çanda demokrasiyê pêş bixîne û mekanîzmayên demokratîkbûnê ava bibe faliyetan dimeşîne.”   ‘Xebat neçar man bisekinin’   Gunselî di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku niha der barê hilweşîna ekolojîk de xebatên wa hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qada faliyetên me berfireh bûn. Em rojeva faliyetên ronakbîriyê dişopînin. Em konferansan pêk tînin û em akademîsyenan tînin. Di 8’ê Adara 2011’an de me performansek helbestan a bi anvê ‘Agir me dizî’ û ‘ji bo ji tarîtiyê derketin’ me pêk anî. Di 2018’an de me Şanoya Tifingên Dayika Carar ya Bertolt Brecht lîst. Me dest bi lîstika Darîo Fo ya ‘Odenmeyecek Oduyoruz’ kir lê ji ber pandemiyê sekinî.”   ‘Agahiya gel ji qanûnên derdikevin tune ye’   Gunseliyê bi lêv kir ku tevî pandemiyê wek pêkhateyên Hêzên Demokrasî û Kedê, bertek nîşanî qanûnên tûrik dane û got: “Di vê pêvajoyê de hawirek kaotîk hat afirandin.Rêxistinên girseyî û pîşeyî yên derveyê hikûmet û dewletê hatin asta ku nikarin bixebitin. Em dizanin ku gelek kes ji qanûnên tên derxistin agahiya wan tune ye.”   ‘Li dijî Giştînameya Gerdunî ya Mafê Mirovan e’   Gunseliyê her wiha der barê qanûna der barê ku pêşî li tayînkirina qeyûman a ji bo rêxistinên civaka sivîl vedike û got: “Tê îdiakirin ku li gorî pêşniyarên Konseya Ewlehiya NY’ê pêk anîne. Lê di navbera nivîsinadin û pêkhatina wê de cudahî heye. Qanûn, xal û hukmên danezana Gerdunî ya Mafê Mirovan a NY’ê ya Tirkiyeyê di 1948’an de îmze kiriye, derbas dike. Gelek madeyên li dijî hukmên wê ne hene.”   ‘Muxatabên wan li dijî vê bin jî tên derxistin’   Gunselî daxuyakirin ku heta niha tu qanûn, bi konsesusek ku xwe dispêre komên pîşeyî, hiqûq û tenduristiyê, nehatiye derxistin û rêxistinên civaka sivîl jî piştî ku qanûn ket çapemeniyê jê agahdar bû.   ‘Tunekirina îrade û demokrasiyê ye’   Gunselî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Tunekirina saziyên ku mirovan tîne gel hev, tê wateya tunekirina demokrasiyê. Bi vê qanûnê re wezareta karê hundir dikare der barê rêveberan de lêpirsînê bide destpêkirin û qeyûm tayîn bike, dest bide ser hebûna mal. Lê dewlemendiya me endam û dostên me ne. Tunekirina îradeyên li vî welatî ne nû ye. Ev di esasê de tunekirina îtlafa demokrasiyê ye.”   ‘Wê têkoşîn bi hev re bê meşandin’   Gunselî di dawiya axaftia xwe de ev tişt anî ziman: “Em tu car tenê nameşin. Êrîşa li hember rêxistinên pîşeyî û girseyî li hember me hemûyan e. Êrîşên li hember demokrasiyê li hember hemû saziyên demokratîk e. Sekna li dijî êrîşên dijdemokratîk jî ji têkoşîna hevpar derbas dibe. Divê têkoşîneke bi hev re hebe.”