‘Em ê xwedî li çalakiya girtiyên xwe derkevin' 2021-01-24 09:01:49   Sema Çaglak   AMED - Kurê Eyşan Akin 7 sal in girtiye û Eyşan derbarê rewşa girtiyan de wiha dibêje: "Em kurd tenê aştî û mafên xwe dixwazin. Kî dixwaze bindest bibe? Hemû kes ji bo ziman û nasnameyê xwe têdikoşin. Em kurd doza hebûna xwe dikin. Em ê xwedî li daxwaz û çalakiya girtiyên xwe derkevin."   Di 27'ê Mijdara 2020'an de girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û herêmê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan dest bi gireva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Çalakiya greva birçîbûnê 59 roj in didome. Malbat, xizmên girtiyan û saziyên sivîl ji bo balê bikişînin greva birçîbûnê banga hestiyariyê dikin.   ‘Em li pey girtiyên xwe bin'    Yek ji wan girtiyan ji Abdulmelîk Akin e ku 7 sal in li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê ye. Dayika wî Eyşan Akin di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser şert û mercên girtîgehan û wiha got: “Bi awayekî rêkûpêk ne xwarin ne jî vexwarinê didin girtiyan. Kincên ku em ji wan re dişînin nadin, giş mafên wan hatine binpêkirin. Dê girtî çawa li hemberê van zilmê bêdeng bibin. Tu kes nikare wê zilmê qebûl bike. Lewra dest bi grevê kirine. Salên borî jî ketibûn grevê, lê em jî li cihê xwe neman. Em ê dîsa heman tiştî bikin. Heta hetayê ku zarokên me di grevê de bin, em ê li pey zarokên xwe bibin.”   ‘Zilma ku li ser me dikin nema ye’   Eyşan destnîşan kir ku li Tirkiyê edalet nîne û wiha axivî: “Em diçin hevdîtinê, deh caran solên me ji pêyên me derdixin, porên me vedikin. Kincên me derdixin. Zilma ku li ser me dikin nayê gotin. Yên ku ji vî zilmê re bêdeng dimînin ew jî şirîkê dewletê ne. Hemû kes li mala xwe rûniştinê dibêjin 'ka em ê çi bikin' wê demê bila hemû kurd rabin û li hemberê vê zilmê têbikoşin.”   ‘Êrîş û zilma li ser gel encama tecrîdê ye’   Eyşan bilêv kir ku zilm û êrîşên li ser kurdan encama tecrîdê ye û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Her tim ji bo rakirina tecrîdê û şermezarkirina bipêkirina mafên girtiyan grevên birçîbûnê tên destpêkirin. Heta ku tecrîd ji holê ranebe ew grevên birçîbûnê jî naqedin. Îro li her çar parçeyên Kurdîstanê de êrîş li ser me tê kirin. Tecrîd îro li her derê tê meşandin. Em kurd tenê aştî û mafên xwe dixwazin. Kî dixwaze bindest bibe? Hemû kes ji bo ziman û nasnameyê xwe têdikoşin. Em kurd doza hebûna xwe dikin. Heke em winda bikin em ê neheqiyê li xwe bikin. Kî ziman û hebûna xwe windabike xwebûna xwe jî winda dike. Êdî kurd şiyar bûne. Dê kurd bi ser kevin. Bila qet çavên xwe negirin û bila bibînin ku her ku diçe kurd zêde dibin û şiyar dibin.”