12 kesên ku revandina Gokhan pirsîn hatin binçavkirin 2021-01-23 16:43:32   STENBOL - Di 20'ê çile de kesên xwe wekî polîs dan naskirin Gokhan Guneş revandin û hêj agahî jê nayê girtin. Polîsan îro 12 kesên ku revandina Gokhan Guneş şermezar kirin, binçav kirin.    Di 20'ê çile de kesên xwe wekî polîs dan naskirin Gokhan Guneş revandin û hêj agahî jê nayê girtin. Polîsan 12 kesên ku revandina Gokhan Guneş şermezar kirin, binçav kirin. Heval û malbata Gokhan, bi boneya aqûbeta Gokhan Guneş bibipirsin li pêş Cemxaneya Semta Îkitellî kom bûn û dirûşmeyên "Em ê Gokhan Guneş bibînin" û "Gokhan Guneş li ku ye" berz kirin. Heval û malbata Guneş, piştî li pêş cemxaneyê kom bûn meşiyan Qereqola polîsan a Şehit Zeki Kaya. Komê li pêş qereqolê daxuyanî da.    Xwîşka Gokhan Guneş, Nurhayat Guneş, anî ziman ku birayê wê 4 roj berê hat revandin û wiha got: "Me serî li hemû rayedaran dan, lê heta niha tu bersîv nedane me. Polîsan birayê min revandiye. Lê qeydên kamerayan hêj nehatiye lêkolînkirin. Em ê kolan bi kolan li birayê xwe bigerin. Em destûr nadin ku birayê min bê windakirin. Em ê Gokhan Guneş ji destê wan bigirin."   Endamên ESP'ê ji diyar kirin ku heta Gokhan Guneş bibînin dê kolan bi kolan li Gokhan bigerin û lêpirsîna xwe berdewam bikin.    Dema komê daxuyanî da, polîsan êrîşî komê kir û 12 kes binçav kirin. Polîsan xwişkên Gokhan Guneş Nurhayat Guneş, Gulhayat Guneş, Sinem Guneş, meta wî Zubeyde Guneş, dotmawa wî Nazlıcan Guneş, endama Meclîsa  HDP'ê Helîn Yilmaz, Ezgi Gokçay, Ferhat Harun Pehlivan, Bedran Çogaltay, Tanya Kara, Ela Denîz Albayrak, Ozge Dogan binçav kirin.   Li aliyê din parêzerê malbata Gokhan Guneş, Prz. Sezin Uçar serî li Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmece da û serlêdana sûc kir