Bi topan êrîşî Til Rifetê kirin: 3 kes jiyana xwe ji dest da 2021-01-23 15:58:58   ŞEHBA - Bi topên havanan êrîşî navçeya Til Rifetê ya Kantona Şehbayê hat kirin û di encama êrişê de 3 kes jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bû.   Dewleta tirk bi topan êrîşî navçeya Til Rifetê ya li Kantona Şehbayê kir û di encamê de 3 kes jiyana xwe ji dest dan û 6 kes birîndar e. Li gor agahiyên ku hatine bi dest xistin di nava kesên ku jiyana xwe ji dest dane zarok jî hene.    Navên kesên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Zarokê bi navê Mecêd Yesêr 8 salî ye, zarokê bi navê Ebdlmihsên Sekran 12 salî ye û welatiya bi navê Nazliye Mihemed Mistefa jiyana xwe ji dest dane.   Navê kesên ku birîndar bûne 6 kes in û navê sê kesan diyar e û wiha ne: Mihemed Sekran, Aliye Heyder Hebeş û Xalid Mihemed Eleliye ne.