'Bi rêya pêşengehê serpêhatiyên xwe yên Efrînê tînin ziman' 2021-01-23 15:41:01   ŞEHBA - Li Wargeha Serdemê ya Şehbayê pêşengeha wêne û peykeran hat vekirin. Di pêşangehê de Endama serokatiya MSD'ê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Omer axivî û got: "Bi rêya vê pêşengehê em êş û serpêhatiya gelê Efrînê tînin ziman. Her tablo û peykerek çîroka berxwedana serdemê vedibêje."   Bi pêşengtiya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) û Komîna Wênexêziyê ya Efrînê, bi dirûşma "Em tên ey Efrîn bi ruhê berxwedanê em ê dagirkeriyê têk bibin" pêşengeheke wêne û peykeran li Wargeha Serdemê hat vekirin. Endamên Meclîs, Rêxistina Kongra Star, Saziya Malbatên Şehîdan, partî û blokên siyasî tevlî pêşangehê bûn. Di pêşengehê de 102 wêne û 10 peyker ku ji aliyê 44 kesan ve hatibûn çêkirin, hatin pêşandan.    'Bi rêya pêşengehê eşa xwe tînin ziman'    Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Endama Serokatiya Meclîsa Sûriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Omer bi xêr hatina beşdarvanan kir û wiha got: "Bi rêya vê pêşengehê em êş û serpêhatiya gelê Efrînê tînin ziman. Her tablo û peykerek çîroka berxwedana serdemê vedibêje. Gelê Efrînê bi berxwedaniya xwe êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê vala derxist. Îro jî li kampan berxwedana xwe dom dikin û bi çalakiyên xwe  êrîşên dewleta tirk vala derdixînin. Niha em hemû pêkhate li vir li hev civiyan e û ev yek jî tê wateya wekhevî û yekîtiya gelan. Em ê bi yekîtiya gelan, Sûriyeke azad û demokratîk ava bikin."   'Zarokên Efrînê, êşên xwe li ser rûpela spî xêz kirin'   Hevserokê Komîna Wênexêziyê Erdelan Ibrahîm ji bo pêşengehê wiha got: "Ev tablo bi keda zarokên Efrîniyan di şert û mercên zehmet de hatine xêzkirin. Amûrên peydakirina wênexêziyê zehmetin, lê ligel wê jî zarokên Efrînê bi kedek mezin êşa xwe li ser rûpel û tabloyên sipî xêz kirin û pêşkêş kirin. Berxwedana Gelê Efrînê di sala 2018'an heta roja îro dewam dike, em soz didin ku heta Efrîn rizgar bibe em ê têbikoşin."   Piştî axaftinan derbarê amadekirina tablo û peykeran de sînevîzyonek hat pêşkêşkirin. Pêşangeh ji aliyê Dayika pakrevan Pilig, Fatma Xilo ve hat vekirin.