Xizmên windayan aqûbeta Kerevan Îrmez pirsîn 2021-01-23 12:37:59       AMED - Xizmên windayan, di çalakiya xwe ya vê heftê de aqûbeta Kerevan Îrmez ê di sala 1995’an de, li navçeya Sîlopiyê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û dûre carek din agahî jê nehat girtin, pirsîn.    Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, çalakiya xwe ya heftiya 624’emîn a “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” li ser înternetê bi bernameya onlînê li dar xistin. Di çalakiya vê heftê de, çîroka Kerevan Îrmezê di 15’ê Cotmeha 1995’an de, hîna nû ji girtîgehê derketibû, li navçeya Sîlopî ya Şirnexê di serdegirtina malê de ji aliyê hêzên taybet û polîsên sîvîl ve hatibû binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin hat xwendin û pirsa aqûbeta wî hat kirin.    Sekretera Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yuksel Aslan Acer çîroka Kerevan Îrmez ê winda wiha vegot: "Li gorî şahidên bûyerê, piştî ku Kerevan tê binçavkirin, wî dibin qereqola eskerî ya gundê Bêspin a girêdeyî navçeya Sîlopiyê. Piştî bûyerê, malbata Kerevan serî li Miduriyeta Polîsan a Sîlopiyê dide. Lê raydarên emniyete dibêjin ku Kerevan ne dibin çavan de ye. Piştî demek kurt, li derdora Geliyê Qesrikê cenazeyekê ser jêkirî tê dîtin. Îşkenceyek pir giran li cenazeyê kesê ser jêkirî hatibû kirin. Bi nêrîna, dibe ku cenaze aîdê Kerevan Îrmez be, agahî ji bo malbatê tê dayîn. Malbata Kerevan, diçe cihê bûyer û dûre derdikeve holê ku cenaze ne yê Kerevan e.”   Yuksel, dest nîşan kir ku wan di şert û mercên pandemiyê de jî, lêgerîna xwe ya edaletê ya ji bo windayan bê navber dewam kirin û wiha bi dawî kir: “Em weke parazvanên mafên mirovan, bi israr dixwazin ku bersûcên windayan bên aşkerekirin, darizandin û ceza kirin. Em dixwazin êdî edalet bê bicihanîn.”