Jinên Wanê: Aramî bi Abdullah Ocalan pêkan e 2021-01-23 09:03:01   WAN - 58 roj in li girtîgehan greva birçîbûnê didome, jinên Wanê ji bo girtiyan banga piştevaniyê kirin û gotin: "Bila daxwaza girtiyan bînin cih û ji ber ku pêkanîna daxwazan ne ew qas zehmet e. Em naxwazin êdî ji girtîgehan cenaze derkevin."   Di 27'ê Mijdarê de ji hêla girtiyên PKK'yî û PAJK'î ve li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan greva birçîbûnê hat destpêkirin. Greva birçîbûnê niha bi koma 12'emîn di roja 58'emîn de didome. Piştgiriyên ji bo daxwazên girtiyan jî didomin. Jinên Wanê, bang ji raya giştî kirin û gotin divê girtî tenê neyên hiştin.    ‘Yek gotinek Abdullah Ocalan wê aramiyê bîne’   Saadet Oklu tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û got divê her kes li dijî tecrîdê berteka xwe bîne ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aştî bi rakirina tecrîdê pêkane. Heta tecrîd bidome wê xwîn jî raneweste û aramî jî wê neyê. Her tişt li Abdullah Ocalan asteng kirine. Bila carek biçin bibînin. Yek gotinek ji devê Abdullah Ocalan derkeve wê aramiyê bîne cîhanê. Aştî û azadî destê Abdullah Ocalan de ye. Bila dilê dayikan neşewite. Ez banga piştevaniya grevan dikim.”   ‘Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin’   Saadetê balkişand ser şert û mercên xerab yên li ser girtiyan û wiha pêde çû: “Ez bang li Wezareta Dadê dikim, bila binpêkirin û îşkenceyên li girtîgehan bidawî bin. Zarokên me li girtîgehan nexweş ketin. Em dayik in û em xemgîn dibin. Em naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin. Bila daxwaza girtiyan bê cih. Pêkanîna daxwazan ne zor e, tenê li îmzeyekê dinêre. Erdogan aştiyê naxwaze, her tim şer dixwaze. Ji bo wan ev ne derde, qesr ji bo wan xweş e. Ew li qesra xwe rûniştine û kezeba me dişewite. Mirina polîs, leşker û gerîla ne xema wan e. Zarokên wan li hemû cîhanê digerin û betlana dikin. Ji bo wan ne pirsgirêke.”   ‘Bila Wezareta Dadê baş guhdar bike’   Behîce Abî jî bi lêv kir ku Wezareta Dadê li dijî grevan bêdenge û banga piştgiriya ji bo girtiyan kir: “Me dayikan zarokên xwe wek parçeyek ji canê xwe anî dinê. Ji bo Erdogan zarokên me li girtîgehan bikuje neanî dinê. Hemû beyî sûc hatine girti. Bila wezareta dadê bi edalet tevbigere. Bila çavên xwe guhên xwe veke. Zarokên wan jî hene. Gelo wijdana wan çawa qebûl dike. Wezîrê Dadê di reformekê de gotinek got lê piştî vê girtin binçavkirin zêde bûn.”   ‘Em tecrîdê qebûl nakin'    Behîceyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li tu derê cîhanê rêveberekî welat wek Serokomar Erdogan zilm nekiriye û wiha dawî lê anî: “Divê tecrîd demildest bidawî be. Tecrîd rabe wê aştî jî pêk bê. 50 sal in dayikên leşker, polîs û gerîlayan digirîn. Heke meclîs ji bo dewletê dixebite wê demê bila zarokên xwe jî bibin sînoran. Em hemû wisa bibin yek. Yekitiya Ewropayê (YE) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo rakirina tecrîdê tiştekî bike wê tecrîd rabe. Em tecrîdê qebûl nakin. Bila Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re bê cem hev. Ez bang li hemû kesî dikim, bila tecrîd bidawî be û zarokên me li girtîgehan nemirin.”