Parlementerên HDP'ê li dijî dorpêçê meşiyan: Bêdeng nemînin 2021-01-22 16:13:47   ŞIRNEX - Daxuyaniya rêxistina HDP'ê ya Cizîrê ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Ligel astengiyan parlamenter Nûran Îmîr û Hasan Ozguneş li ber avahiya qeymeqamtiyê daxuyanî dan. Nûran, wiha axivî: "Ev pêkanîne dijminahiya dewletê ya li dijî Gelê Kurd e. Ev rêbazê îşkenceyê ji xwe re kirine pergal. Lê em bêdeng nabin."   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku balê bikişîne ser grevên birçîbûnê xwestin li ber avahiya partiyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê ev daxwaz ji hêla polîsan ve bi hinceta "Progandayê rêxistinê ye" hat astengkirin û nehiştin ku daxuyanî bê dayîn. Li tevî hemû hewlêdanên parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Hasan Ozguneş destûr nehate dayîn.    Li dijî vê biryarê parlamenterên HDP'ê Nuran Îmîr û Hasan Ozguneş ber bi avahiya Qeymeqamê navçeyê meşiyan û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Derdora parlementeran ji hêla polîsan ve hat dorbeçkirin û nehiştin ku daxuyanî bê dayîn. Her wiha destûrê nedan ku rêveberên HDP’ê û malbatên girtiyan tevlî daxuyaniyê bibin. Her wiha çapemenî jî hat astengkirin.    'Ev rêbazê îşkenceyê ji xwe re kirine pergal'    Parlamentera Nuran Îmîr li ver avahiya qeymaqemê bertek nîşanî helwesta polîsan dan û got ku tu hêz wê nikaribe dengê me asteng bike. Nuran wiha axivî:" Îro Cizîra Botan di bin dorbêçê de ye. Em weke hilbijirînerên we nahêlin ku em dengê we bidin bihîstin. Bi biryara qeymeqam nahêlin ku em gotinek bêjin. Em îro li vê helwesta qeymaqam şermezar dikin. Çi bibe bila bibe em ê li gel gelê xwe bicivîn. Ew ê nikaribin me ji gel veqetînin. Weke her tim îro jî em ê xwedî li vîn û rûmeta xwe derbikevin. Di şexsê girtiyan de dixwazin tevahiya Tirkiyeyê bixin bin tecrîtê de. Mirov êdî nikare du gavan paş ve biavêje. Li hemberî vê bêrûmetiyê em ê berxwe bidin. Ciwanên me, hevalên me ji bo ku li hemberî vê zilmê berxwe dane dil hatine girtin. Niha jî ev hevalên me bi çalakiya grevên birçîbûnê li ber xwe didin. Lêgerînên tazî li wan dikin, îşkence li wan dikin û wan sirgûn dikin. Ev pêkanîne dijminahiya dewletê ya li dijî Gelê Kurd e. Ev rêbazê îşkenceyê ji xwe re kirine pergal. Bêdeng nemînin, deng bidin girtîgehan."   Piştgiriya gel hat astengkirin   Piştî daxuyaniyê parlamenterên HDP’ê Nuran Îmîr û Hasan Ozguneş bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Zindanan” meşiyan. Welatiyên ku dixwestin piştgiriyê bidin meşa parlamenteran ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Meşa parlamenteran heta li ber avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeyê berdewam kir.   ‘Dîrok şahide vî yekê ye’   Li ber avahiya HDP'ê parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş jî axaftinek kir. Hasan jî bal kişand li ser grevên birçîbûnê û got ku rayedarên dewletê bi qedexekirina çalakiyan dixwazin dengê gel qut bikin û wiha domand: “Jibîr nekin; ne astengiyên we, ne çekên we, ne kelepçeyên we û ne jî zindanên we nikarin dengê me qut bikin. Ji ber ku em hezkiriyên, aştî, azadî, demokrasî û wekheviyê ne. Me canê xwe di oxira wan de feda kiriye. Tu îktîdaran nekariye li hemberî daxwaziya azadiyê bisekinin. Dîrok şahidiyê vê yekê ye."   Piştî dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” daxuyanî bi dawî bû.