Li Mexmûrê çalakiya greva birçibûnê di roja 36’an de didome 2021-01-22 15:32:51   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên zîndanan hat destpêkirin, 36 roj in didome.    Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan, di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakî bi koma 18'emîn û di roja 36'emîn de didome.    Li ser navê koma 18’emîn Leyla Sipêrtî wiha axivî: “Ev berxwedan a tevahiya Gelê Kurd e. Pêwîste di vê demê de her curên çalakiyê bên destpêkirin û her kes di nava çalakiyan de cihê xwe bigire. Berxwedan ji bo tevahî Gelê Kurd bi taybetî jî ji bo jinên kurd erkê sereke ye û ferze.” Leyla di dawiya gotinê xwe de silavên xwe ji tevahî girtiyên azadiyê re şand û got: “Wê serkeftin ya Gelê Kurd be.”