Parêzer Seda Zengîn:Divê azadî û maf esas bên girtin 2021-01-22 09:06:08   Şehriban Aslan   AMED - Rêvebera şaxa OHD’a Amedê Seda Zengîn diyar kir ku daxwazên girtiyê ketine greva birçîbûnê hiqûqî ne û wiha pê de çû: “Divê azadî û maf esas bên girtin û wisa nêzî pirsgirêkan bibin, daxwaz bên nirxandin û bên çareserkirin.”   Bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîbûna binpêkirinên li girtîgehan, girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger kirin. Koma 11emîn di roja 51’ê de çalakiyê didomîne. Ji Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Seda Zengîn diyar kir ku divê demildest daxwazên girtiyan pêk bên an jî wê encamên neyînî derkevin holê.   ‘Wê rê li ber encamên neyînî vebike’   Sedayê destnîşan kir ku grev dikarin rê li ber encamên neyînî vebike û got divê grev li gorî şertên îro neyê nirxandin û wiha got: “Dem bi dem grevên birçîbûnê pêk hatin û bandor li ser gelek aliyên civakî bû û ji paşerojê heta îro divê bi hemû alî û pêşketinên dîrokî grev bên destgirtin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 2018’an de li hember tecrîdê grev da destdestpêkirin. Niha dîsa bi armanca rakirina tecrîdê di 27’ê Mijdara 2020’an de li girtîgehan grev hat destpêkirin. Di vê çarçoveyê de girtiyan diyar kirin ku li dijî tecrîdê û binpêkirina mafan dest bi grevê kirine.”   ‘Divê wezareta dadê bikeve tevgerê’   Sedayê bi lêv kir ku bi pêvajoya pandemiyê re zext û pêkanînên dijhiqûqî zêde bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li girtiyan şert û mercên tecrîdê tê ferzkirin. Vê rewşê ligel girtiyan bandor li ser malbatên wan jî kiriye. Tirkiye her tim bi binpêkirina mafan tê rojevê. Ji ber qadên girtîne her tim wek qada serdestiyê hatiye dîtin û di vê çarçoveyê de binpêkirinên mezin ên giran hatine jiyîn. Bi OHAL û pandemiyê re jî binpêkirin giran bûne.”   ‘Dixwazin mafê girtina agahiyan bê astengkirin’   Sedayê daxuyakirin ku li girtîgehan di bin tedbîrên pandemiyê de tecrîdek mayînde hatiye jiyîn û ev tişt anî ziman: “Girtî ji ragihandinê bêpar man. Têkiliyên civakî hatin rawestandin. Hat armanckirin ku girtî bi malbatê re nekevin têkiliyê. Em hiqûqnas dxwaz dikin ku girtiyên serî li çalakiya greva birçîbûnê dane, mafê wan ê tenduristî, jiyanê bên pêkanîn. Divê wezareta dadê demildest bikeve tevgerê. Di vê pêvajoyê de li hemû girtîgehan aktivîstên civakî hatine rakirin. Alavên wan tên desteserkirin. Mafê wan yê girtina agahiyan tê astengkirin.”   ‘Hewcedarî pêk nayên’   Sedayê di berdewamiyê de wiha got: “Binpêkirinên li girtîgehan didomin. Em bi saya muwekîl û malbatan fêr bûn me û tespît kirin.Li odeyên ku yek girtî dimîne jî bi dehan gardiyan dikevin hundir û lêgerînê dikin.Ligel vê alavên paqijiyê hindikî didin. Mînak ji bo paqijiyê yek çekpas û firçe tê dayîn û bi vê her der tê paqijkirin û lavabo jî tê de. Di pêvajoya pandemiyê de gelek caran surgun tên kirin. Her wiha di dema surgunê de lêgerîna tazî tê ferzkirin.”   ‘Înfaz tên şewitandin’   Sedayê her wiha daxuyakirin ku xwarinên girtîgehan kêm in û ne baş in û wiha pê de çû: “Li kantînan jî her tişt bi sînor e. Yên heyî jî bi bihayek mezin tê firotin. Li koguşan kamera hatine bicihkirin. Di demên dawî de mijareke din a balê dikşîne cezayên dîsîplînê ne. Girtiyên ku kêm maye înfaza wan biqede, hewl tê dayîn ku înfaza wan bê şewitandin.”   ‘Bila daxwaz bên çareserkirin’   Sedayê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rewşa tecrîdê jiyana girtiyan dike xetereyê. Wek berê daxwazên girtiyan hiqûqî ye. Divê rayedar daxwazan li ber çavan bigirin û bikeve tevgerê. Em bang wezareta dadê, saziyên mafê mirovan û hiqûqî yên navneteweyî û neteweyî dikin ku bikevin tevgerê.”