'Abdullah Ocalan kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e' 2021-01-22 09:01:55   Dilucan Bozî   KOBANÊ - Hevseroka navçeya Qinê ya Kantona Kobanê Sûad Şêx Demir têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin kir. Sûadê wiha got: "Li Girtîgeha Îmraliyê mafê Rêber Apo tê binpêkirin. Di serî de em CPT'yê berpirsiyar dibînin. Em ê bi felsefe û ramanên Rêber Apo xeta têkoşînê mezintir bikin."   Ev 22 sal in Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê dîl hatiye girtin. Komeleyên Mafên Mirovan û di serî de CPT bi erka xwe ya mirovahiyê ranabe û bêdeng dimînin. Her dem parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin û daxwaz dikin ku bi miwekilê xwe re hevdîtinê pêk bînin, lê daxwaza wan tê redkirin. Têkildarî mijarê Hevseroka navçeya Qinê ya Kantona Kobanê Sûad Şêx Demir nirxandin kir.    'Divê mafê Rêber Apo bê parastin'   Sûadê di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku li Girtîgeha Îmraliyê mafên mirovan tên binpêkirin û wiha got: "Dewletên desthilatdar di her demekê de komployekê bi ser gelan de pêk tînin. Dewletên navneteweyî xwestin di kesayeta Rêber Apo de komployê bi ser bixin, lê ew komplo vala derket û planên wan bi serî de neçûn. Her wiha di 15'ê Sibata 1999'an de careke din wê komployê xwe dubare kir. Armanca hemû dewletan a wê komployê ew bû ku çand, hebûn, dîrok û nasnameya Gelê Kurd qir bikin. Ev 22 sal in Rêber Apo di Girtîgeha Îmraliyê de ye, lê di fikir û felsefeya wî di nava gel de ye. Rast e tecrîd bi awayên dijwar tên kirin, lê Rêber Apo di milê fikir û zanistê de gelekî xurt e û dikare  ji hemû rengên tecrîdê re bibe bersiv. Divê mafê hemû girtiyan û di serî de yê Rêber Apo bê parastin."     'CPT bi erkên xwe ranebe û şirîkê vê tecrîdê ye'   Sûadê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dewleta tirk rê nade parêzeran ku biçim serdana miwekilê xwe bikin û wiha pê de çû: "Mafê her girtiyekî heye ku parêzer an jî malbat serdana wî bikin, lê di zîndanên dewleta tirk de ev yek tê qedexekirin.  Di her demekê de parêzer daxwaz dikin ku bi Rêber Apo re bicivin û li rewşa wî bipirsin, lê ev yek ji aliyê dewleta tirk ve tê redkirin. Li beramberî vê jî CPT jî bê deng e, bi erkên xwe yên hiqûqî ranebe û şirîkê vê tecrîdê ye. Hemû dewlet dizanin dema ku Rêber Apo ji Îmraliyê derkeve wê demê desthilatdariya dewletan têk diçe, loma ew azadiya Rêber Apo wek metirsiyekê li ser xwe dibînin. Dixwazin gel dûrî fikrê Rêbertî bixin, lê em ser raman û felsefeya wî mezin bûne û li ser vê fikrê em têkoşîna xwe mezintir dikin. Tu carî wê proje yan komployên dewletên hegemonîk bi ser nekevin. "   'Abdullah Ocalan kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e'   Sûadê bal kişand ser berxwedana zîndanan û wiha dawî li gotinaxwe anî: "Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û binpêkirina mafên girtiyan a di zîndanên tirkiyeyê de, girtiyên siyasî di 27'ê Mijdara 2020'an dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Berxwedana ku niha di zîndanan de tê kirin bingeha xwe ji berxwedana 14'ê Tîrmehê digire.  Îro xeta Mezlûman û Xeyriyan tê şopandin ji ber rêya wan a azadî, heqîqet û demokrasiyê bû. Em ê her tim şopdarên wan bin. Em berxwedana zîndanan silav dikin, wê ev berxwedan serkeftinên mezin bi xwe re bîne. Dewleta tirk bi hemû cureyên xwe êrîşî gelê me kir û hîna jî êrîş dike. Dewleta tirk herî zêde kesên demokrat û azadîxwaz binçav dike, ji ber ew kesan rastiya faşîzma dewleta tirk derdixin holê. Felsefeya Rêber Apo kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. Dema Rêber Apo azad bibe, wê demê hemû aloziyên heyî wê bên çareserkirin."