ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2021'Ê 2021-01-22 09:00:00     * Hevseroka navçeya Qinê ya Kantona Kobanê Sûad Şêx Demir têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin kir. Sûadê wiha got: "Li Girtîgeha Îmraliyê mafê Rêber Apo tê binpêkirin. Di serî de em CPT'yê berpirsiyar dibînin. Em ê bi felsefe û ramanên Rêber Apo xeta têkoşînê mezintir bikin." DÎMEN HEYE   * Jina bi navê C.E. a ku hevjînê wê ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ên li Efrînê tê qetilkirin û cenazayê wî bi rojan li erdê dimîne wiha got:"Me nedixwest erdên me bi destên dagirkeran bihata dagirkirin û em bi darê zorê hatin koçberkirin. Hevjînê min heta kêliya dawî jî digot ger mirinek min hebe bila li ser axa Efrînê be." DÎMEN HEYE   * Jiyana Narincê wekî bi hezaran jinên kurd di nava têkoşînê de derbas bûye. Hevjinê wê girtiye û kurê wê jî di dema qedexên li Nisêbînê de jiyana xwe ji dest daye. Ji bo Narincê tişta herî girîng li piyan mayîn e û got: "Dema jin bixwaze dikare li dijî her cûreyên zextan rawest e." BI DÎMEN    *"Ji bo me jinan ger ku zanîna parastina tendurstiyê bi hezkirna xweza- jiyanê û hestiyarî û narînê neyê gel hev, wê ji alavekê wêdetir nîn be. Di encamê de hemû nirxên ahlaqî ya tenduristiyê ji aliyê ZANISTA MÊR  û şaristaniya kapîtalîst ve hatiye jibîrkirinê. Karê me jî ev e; bibîrxistin û derbarê heqîqeta tenduristiyê de rêwîtiyeke serbixwe ye." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    * Dayika girtiya bi navê Rozerîn Kalkan a tevlî greva birçîbûnê ya li girtîgehan didome bûye, Şerîfe Kalkan da zanîn ku tecrîd li ser hemû civakê pêk tê û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan. BI DÎMEN    * Rêvebera şaxa OHD’a Amedê Seda Zengîn diyar kir ku daxwazên girtiyê ketine greva birçîbûnê hiqûqî ne û wiha pê de çû: “Divê azadî û maf esas bên girtin û wisa nêzî pirsgirêkan bibin, daxwaz bên nirxandin û bên çareserkirin.”   * Dê li Şamê li ser salvegera êrişên li ser Efrînê civîn bê lidarxistin.  (14.00) BI DÎMEN     * Li Şehbayê dê li ser cureyên tundiyê jinên ciwan komcivînê li dar bixin.(11.00) BI DÎMEN    * Rêxistina Navçeya HDP'ê ya Cizîrê, têkildarî grevên birçîbûnê de li ber avahiya xwe daxuyaniyê bide. (13.00) BI DÎMEN