Jinên Şengalê: Em ê berxwedana xwe bidomînin' 2021-01-21 17:10:29   ŞENGAL - Jinên di çalakiya konê ji bo piştigiriya Asayişa Êzdixanê de ya ku ev 51 roj in didome axivîn anîn ziman ku ew ê berxwedana xwe bidomînin û gotin ew ê heta dawî piştigiriya asayişa xwe bikin.    Endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ên beşdarî çalakiya konê ji bo piştigiriya Asayişa Êzdixanê bûn wiha gotin:"Ew çiqasî planên xwe yên qirêj bidomînin em ê jî ewqas di berxwedana xwe de bi israr bin."   'Em ê berxwedan û serkeftinê bînin'   Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zehrê Şemo diyar kir ku ew dev ji piştigiriya çalakiyê bernadin û wiha dom kir:"Ew ê tu carî kesek nikaribe vê çalakiyê rawestîne. Em ê berxwedan û serkeftinê bînin. Ev 51 roj in çalakiya me dewam dike. Em ê heta dawiyê ji bo asayişa xwe têkoşîna xwe dewam bikin. Çalakiya konê rûmetê yê ji bo piştgiriya asayişê ji alîyê hemû Êzidîyan ve dewam dike. Roj bi roj em serdana konê rûmetê dikin û piştgiriyê didin hêza xwe.Em naxwazin kesên xerîb me biparêzin em dixwazin zarokên me parastina me bikin. Hêviya min ji Êzidiyên me heye ku hemû piştigiriyê bidin û van listokên dijmin qebûl nekin.   'Em ê serkeftinê bi dest bixin'   Adla Şemo jî di derbarê çalakiya konê rûmetê de ev nirxandin kir: "Em weke jin vê berxwedana 51 rojî ya ji bo asayişa me berdewam dike, li her kesê kû aştixwaz pîroz dikin. Ev çalakî û berxwedan ji bo me pir girîng e ji ber siberoja me diyar dike. Me weke gelê Şengalê piştî fermanê xwe parast, me xwe bi rexistin kir û êdî em nahêlin dijmin li ser me pilanan bide meşandin, heya yek ji me Êzidi hebe wê ev berxwedan berdewam bike û em ê serkeftinê bi dest bixin. Pêwîst e civaka me êdî çavên xwe ji neyaran re veke û pilan, listokên dijmin li ser xwe qebûl nekin, da em karbin bi azadî bijîn. Dewleta Îraqê û hevkarên wê roj bi roj pilanan li ser Şengalê didin meşandin bi van pilanan jî dixwazin Êzidîyan ji holê rakin û Şengalê bixin bin bandora xwe. Em jî weke gel bersiv didin ku em ê hertim berxwedan bikin û tu carê listokan li ser axa xwe qebûl nakin."   'Divê em destkeftiyên xwe biparêzin'   Endama TAJÊ, Rihan Xidir ji di dawiyê de bi van gotinan israra xwe ya di berxwedanê de wiha bi lêv kir: "Em divê bi vîn û hêza xwe xwedî li vê çalakiya xwe derkevin. Divê em destkeftiyên xwe biparêzin û em ê çalakiya xwe bidomînin."