‘Zîhniyeta Melek Îpek girtiye û Osman Çur serbest berdaye heman e ‘ 2021-01-21 16:31:30   MÊRDÎN - Platforama Jinan a Şahmaran bi wesîleya şermezarkirina berdana bersûcê tecawuzê Osman Çur daxuyaniya çapemeniyê da. Derya Dal di daxuyaniyê de got ku zîhniyeta daraza ku Leyla Guven mafê jinê parastiye, Melek Îpek a  xwe parastiye digire û bersucê tecawuzê Osman Çur digire heman e.     Z.Ç (17) ya ku di 2’yê Tîrmeha 2020’an de ji Swîsereyê hatibû navçeya Qosera Mêrdînê û  ji aliyê apê wê Osman Çûr ve destdirêjî lê hatibû kirin. Osman Çur ê ku girtî dihat darizandin di daneşîna yekem de li gel encamên DNA’yê ku aşkera dikin destdirêjî kiriye hatibû berdan û ji aliyê malbata xwe ve bi dahol û zuneyê hat pêşwazîkirin. Platforma Jinan a Şahamaran bi armanca şermezarkirna serbestberdana Osman Çur li ber deriye avahiya KESK’ê daxuyanî da çapemeniyê. Li ser navê Platformê Derya Dal metna daxuyaniyê xwend.   ‘Sedema zêdebûna êrîşan polîtîkayên îqtîdarê ne’   Derya wiha dest bi axaftinê kir: “Di salên dawî de em hemû kes dibin şahide zêdebûna tecawuz û qetlîamên li ser jin û zarokan. Zêdebûna van buyeran jî bi polîtîkayên îqtidara AKP’ê ve girêdayî ne.. Yek ji sedema zêdebûna van êrîşan jî qanûnên ku dewlet bi hişmendiya mêr derdixe ne. Lewra di peymana Stenbolê a ku Tirkiyê ji îmze kiriye de tê diyarkirin ku mirovên di bin temenê 18 salî de zarok in û kesên ku êrîşî wan dikin divê bi cezayê herî giran bên darizandin.  Lewra îqtidara AKP’ê di her fersendê de van peyamanan dike mijara nîqaşê û naxa meriyetê.”   ‘Bêcezatî dibe sedema êrîşan’   Derya got weke ku hûn jî dizanin buyera tecawuzê ya li Qoserê hatiye jiyîn di medyaya civakî û çapemeniyê de jî bû rojev û wiha berdewam kir: “Z. Ç. ya di temenê 17 salî bi aramanca serdanê ji Swîsre tê Qoserê û Osman Çur ê 'apê wê' tecawizî wê dike. Osman Çur di serî de îfadeya wî digirin û serbest berdidin. Piştî ku encamên DNA’yê derdikevin û şunde jî dubare digirin û di daneşîna yekem de dîsa serbest tê berdan. Dema sucdar tê berdan jî bi dahol, zurne û şahiyek mezin  tê pêşwazîkirin. Em baş dizanin ku ev bêcezatî dibe sedema zêdebûna van buyeran. Herwiha Z.Ç.  gelek caran hewil daye ku întîxar bike û em ji jiyana wê bi gûman in.”   ‘Em ê heta dawî li hember wan têbikoşin’   Derya got polîtîkayên bê cezatiyê dibin sedema rêvekirina li wan buyeran û wiha berdewam kir: “Heman daraza mêr çalekvanên jin û Leyla Guven bi hêncetên pûç girtin. Ango Melek Îpek a ku parastina xwe kir jî niha girtî ye.  Lê tecawuzkarên weke Osman Çur bi awayek serbest li derve digerin. Ji bo ku mafê jin û zarokan were parastin jî em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin. Em ê destûrê nedin polîtîkayên bêcezahiştinê bên pêşxistin. Ji bo dad cihê xwe bigire û ji bo ku Osman Çur were girtin em ê heta dawî têkoşîna xwe bidin berdewamkirin.”