HDP'yî bi kedkarên jin re kom bûn 2021-01-21 14:29:35     AMED - HDP'yî di çarçoveya kampanya "Kar û Nan" de li herêma Sanayiyê bi jinên kedkar er kom bûn.   Wekîla Hevserokên Bajarê Amedê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Gulşen Ozer, parlamenter, ji Komîsyona Kedê   Şaziye Kose, ji Komîsyona Aboriyê Garo Paylan, ji Komîsyona Ekolojiyê Nacî Sonmez bi heyeta li gel xwe re di çaroveya kampanya xwe ya ku îro dan destpêkirin a bi dirûşma "Kar û Nan" li herêma Sanayiyê bi jinên kedkar re hatin gel hev.    Partîzanan pirsgirêkên kedkaran guhdar kirin û bernameya xwe ya aboriyê vegotin.    Heyet bi kedkaran re ket dora xwarinê û piştî xwarinê serdana xwe bi dawî kir.    Serdanên heyetê li bajêr didomin.