Meclîsa Jinên Sûriyeyê li Qamişloyê mîtîng li dar xist 2021-01-21 14:11:20   QAMIŞLO - Di çarçoveya insiyatîfa li dijî dagirkirin û tunekirina jinan de, ji bo ewlehî û aştiyê, Meclîsa Jinên Sûriyeyê bi armanca derxistina dewleta tirk a  ji bajarên dagirkirî, mîtîngek li dar xist.   Meclîsa Jinên Sûriyeyê di çarçoveya insiyatîfa li dijî dagirkirin û tunekirina jinan, ji bo ewlehî û aştiyê û bi armanca derxistina dewleta tirk  ji bajarên dagirkirî, mîtîngek li dar xist. Mîtîng li ber navenda Netewên Yekbûyî (NY) ya li taxa siyahî bajarê Qamişlo bi beşdarbûna hemû rêxistinên jinan hate çêkirin. Di mîtîngê de wêneyên zarokên di encama êrişên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan û alên Meclîsa Jinên Sûriyeyê hatin hildan. Piştî kombûna jinan a li pêşiya navenda Netewên Yekbûyî (NY), jinan dirûşmên li dijî êrişan berz kirin, paşê daxuyanî hate dayin.    Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Ev 3 sal in ku dewleta tirk û komên girêdayî wê Kantona Efrînê dagir kirine. Bi dagirkeriyê re jî mirov rastî êrîşan, revandin û qetîlkirinê tên. Di encama van êrîşan de jin, zarok û mirovên civakê jiyana xwe ji dest didin û neçarî koçberiyê bûne.     Em weke Meclîsa Jinên Sûriyeyê kiryarên di derheqê jinan de bi tundî şermezar dikin. Banga me ji bo hemû dewletên navneteweyî ku li hemberî van kiryar û êrîşên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bisekinin û bê deng nemînin. Her wiha daxwaza me ew e ku dewleta tirk bê şert û merc ji axa Sûriyayê derkeve, da ku gelê Sûriyeyê bi aramî li ser axa xwe bijîn."