TJK-E: Li dijî Komploya Navneteweyî tevlî çalakiyan bibin 2021-01-21 12:29:53     NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E bi minasebeta salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û got: "Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku tevlî çalakiyên 23'yê çileyê bibin."   Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê (TJK-E) ji bo salvegera Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da. Banga tevlîbûna çalakiyên 23'yê çileyê kir.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hêzên komploger di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Gelê Kurd, jin û hemû derdorên dilxwazên azadiyê kirine hedef. Bi pêşbîniya mezin û têkoşîna Ocalan hêj ji roja pêşî ve ev komplo hatiye pûçkirin. 'Rêber Apo ji bo azadiya gelan helwesta xwe ya ku têkoşînê geş dike û nehiştiye ku komplo bigihije hedefa xwe. Bersiva Rêber Apo ya li komplogeran bûye avakirina jiyaneke azad a li ser paradîgmaya demokratîk, bi azadîxwazi jiyanê û ekolojîk.   Bi pêşengiya Rêber Apo bi têkoşîna xwe ya ji 40 salî zêdetir bi rengekî serkeftî têkoşîna hebûnê li dijî qirkirinê daye. Di serî de têkoşîna azadiyê ya jinê, li Rojhilata Navîn pêşengî li geşedanên şoreşî kiriye, nîşanî hemû cîhanê daye ku jiyaneke demokratîk û azadîxwaz pêkan e. Em biryardar in ku li ser xeta berxwedanê ya Rêber Apo têkoşînê geş bikin.    Bes e ji tecrîd, dagirkerî, faşîzmê re, dema azadiyê ye têkoşînê geş bikin. Bi hilweşandina planên wan hêzan ku dixwazin Kurdistanê û Rojhilata Navîn bikin gola xwînê em ê jiyana azad û demokratîk a jinan û gelan ava bikin.    Di vê çarçoveyê de di serî de jin, em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku tevlî çalakiyên 23'yê çile yên bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropayê bibin.''