Li Mexmûrê koma 18'emîn greva birçîbûnê dewr girt 2021-01-21 09:59:29     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hat destpêkirin, îro ji hêla koma 18’emîn ve hat dewirgirtin.    Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya li Mexmûrê îro bi merasîmekê ji koma 18’emîn çalakî dewir girt. Çalakî îro ket roja 35'an.    Çalakvanên koma 17’emîn di merasîma dewirkirinê de wiha gotin: “Di destpêkê de em jî weke koma 17’emîn ya gireva birçîbûnê pîrozbahî li hevalên xweyên koma 18’emîn dikin em di wê hêviyê de ne ku gireva bigihîje encamê û em bang li hemû Kurdistaniyan dikin ku çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêber Apo bilintir bikin da ku em ê rêberê xwe azad bikin.”   Merasîm bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.