Koma 12'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt 2021-01-21 09:08:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27'ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin koma 12'emîn dewr girt û grev ket roja xwe ya 56'emîn.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin koma 12'emîn dewr girt û çalakî ket roja 56'an.    Xizmên girtiyan diyar kirin ku divê daxwazen girtiyan demildest bên qebûlkirin û gotin: "Gelo zilm dê heta kengê li girtîgehan bidomin? Divê daxwazên zarokên me bên qebûlkirin."