'Rejîma Sûriyeyê bi dorpeçê, dixwaze gel neçarî xwe bike' 2021-01-21 09:05:25   Rûperîn Bekir   ŞEHBA - Berdevka Desteya Aborîyê ya Herêma Efrînê Efîfe Kelo derbarê dorpeça li ser Kantona Şehbayê de nirxandin kir. Efîfeyê wiha got:"Rejîma Sûriyeyê dixwaze bi rêya dorpeçê, gel neçarî xwe bike, lê şêniyên Efrînê tucaran serî ji desthilatdaran re danîne û li hember zextan dirûşma wan berxwedan e."   Piştî ku şêniyên Herêma Efrînê derbasî Kantona Şehbayê bûn, Rejîma Sûriyeyê polîtikayên dorpêçkirinê li ser şêniyan dide meşandin.  Dorpêç rewşeke aloz bi xwe re tîne û  şêniyên Şehba û Efrînê zehmetiyên mezin dijîn. Di nava dorpeçê de, bi rojane êrîşên dewleta tirk jî dom dike. Têkildarî dorpeçê Berdevka Desteya Aborîyê ya Herêma Efrînê Efîfe Kelo nêrîna xwe parve kir.    'Berxwedan dewam dike'   Efîfeyê diyar kir ku ruxmê dorpeç û êrîşan şêniyên Şehba û Efrînê berxwedana xwe dewam dikin û got:"Piştî ku Efrîna rengîn ji aliyê dewleta tirk ve hate dagirkirin, gel neçarî koçberiyê hatin. Ruxmê em koçber bûne dewleta tirk bi rojane êrîşî Şehbayê dike û gelek komkujî li Şehbayê hatin jiyîn. Niha jî Rejîma Sûriyeyê Kantona Şehbayê dorpêç kiriye. Li gor derfetan em pêdiviyên gel bi cih tînin. Lê şênî gelek zehmetiyan dijîn. Me projeyên kooperatîfê dest pê kirine da ku derfetên kar li pêşiya gel were vekirin.  Ruxmê êrîş û dorpêçan şêniyên Şehba û Efrînê bexwedana xwe dewam dikin."   'Ji ber girtina rêyan em gelek astengiyan dijîn'   Efîfeyê bal kişand ser dorpêça Rejîma Sûriyeyê ya li ser Kantona Şehbayê û wiha domand: "Niha şêniyên Efrîn û Şehbayê di nava dorpêçekê de ne. Ew dorpêç jî bi xwe re rewşên aloz derdixîne. Niha şênî gelek astengiyên mîna girtina rêyên bazirganiyê dijîn.  Ji ber rê tên girtin em pêdiviyên mîna ard, mazot, gaz û derman nikarin derbasî Şehbayê bikin. Di vê demê de pêdiviya herî girîng mazot e, ji ber şêniyên Efrînê hemû di kampan de dijîn, ji ber sermê zehmetiyan dijîn. Ji ber vê dorpeçê gelek projeyên aboriyê jî tên astengkirin."   'Rejîma Sûriyeyê bi dorpêçê, dixwaze gel neçarî xwe bike'   Efîfeyê herî dawî da zanîn ku Rejîma Sûriyeyê bi rêya dorpêçê dixwaze gel neçarî xwe bike û wiha bi dawî kir: "Rejîma Sûriyeyê dixwaze bi rêya dorpêçê, gel neçarî xwe bike, lê şêniyên Efrînê tucaran serî ji desthilatdaran re danîne û li hember zextan dirûşma wan berxwedan e. Weke desteya aborîyê em hewil didin asta aborîyê di Şehbayê de xurt bikin û li gor derfetên xwe pêdiviyên gel bi cih bînin."