'Parçeyek ji kezeba min li Efrînê ma' 2021-01-21 09:03:54   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Cîhan Gulo di Sibata 2018’an di nava karwana sivîlan de ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê berê xwe dide Efrînê. Cîhana parçeyek ji kezeba wê li Efrînê li dû wê ma qala wan rojên têdikoşiya dike wiha dibêje: "Tevî em sivîl jî bûn, balafirên dewleta tirk karwana me topbaran kir. Dîsa jî di bin agirê êrîşan de me têkoşîna xwe domandin."   Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî Herêma Efrînê kir. Ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê karwanên sivîlan ji tevahî herêmê berê xwe didan Efrînê. Di cara duyem de karwanên sivîlan hatin topbarankirin û di encamê de sivîl birîndar bûn û hinekan jî jê jiyanan xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê jina bi navê Cîhan Gulo di Sibata 2018’an de ku di nava kerwana sivîlan de ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê berê xwe da Efrînê qala têkoşîna rojên li dijî êrişan kir. Cîhana ku di heman demê de keça wê di Berxwedana Serdemê de jiyana xwe ji dest daye wiha got:"Parçeyek ji kezeba min li Efrînê ma. Loma rizgariya Efrînê armanca me hemûyan e. "   'Me şêniyên Efrînê bi tenê nehiştin'   Cîhanê behsa armancên çûyîna xwe ya Efrînê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Bi armanca piştgiriya gel û şervanên Efrînê, tevî kerwanên sivîlan me berê xwe da Efrînê. Bi rihekî germ û kelecaneke xurt em bi rê ketin. Di nav karwanê sivîlan de hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cih girtin. Ji malbata min em 10 kes bi hevdu re çûn, di saetên sibehê de em ji Qamişloyê derketin û ber bi Efrînê ve çûn. Piştî rojeke dirêj, di danê êvarî de em gihîştin erdê Efrînê. Dema ku em gihîştin Cebel El-Ehlamê, li wê derê jî dengê topan bilind bû û dewleta tirk bi rengekî hov êrîşî karwana me kir. Tevî topbaranê jî me têkoşîna xwe domand û me şêniyên Efrînê bi tenê nehiştin."    'Me kêliyên ku ez nikarim şîrove bikim jiya'   Cîhanê di dewamiya gotina xwe de bal kişand ser kêliyên têkoşînê yên di bin balafirên dewleta tirk de û wiha pê de çû: "Dema êrîş çêbûn em hemû ji wesayitên xwe daketin û dirûşme berz kirin. Êrîş pir hov bû, li pêşiya çavên me hevalên me birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan. Kêliyên ku ez nikarim şîrove bikim me jiya. Di wan kêliyan de gurûpên me ji hevdu qut bûn. Min nema dizanîbû zarok û hevalên min li ku derê mane. Piştî meşek dirêj dema ku em gihiştin gundekî, em li malên gundiyan bi cih bûn û her kes li mirov û zarokên xwe digeriyan heta ku roj derket. Em tenê çûbûn piştgiriya gelê xwe bikin, me êrîşî tu kesî nekiribû. Piştî ku roj derket em hemû heval dîsa li hevdu kom bûn û me berê xwe da nava bajarê Efrînê."   'Parçeyek ji kezeba min li Efrînê ma'   Cîhanê bal kişand ser rojên ku li Efrînê jiyane û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Bi qasî hefteyekê em di Efrînê de man û em lê jiyan. Di vê hefteyê de rojane dewleta tirk bi rengekî hov bajar û gundewarên Efrînê topbaran dikir. Her roj me bi dehan pakrewan oxir dikirin, lê tevî êşa ku me dikişand li hemberî kiryarên dewleta tirk, em di nava berxwedan û çalakiyan de bûn. Keça min di Berxwedana Serdemê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê jî li Efrînê bû. Min li wir serdana gora wê jî kir. Parçeyek ji kezeba min li Efrînê ma. Loma rizgariya Efrînê armanca me hemûyan e. "