'Em ê li dijî hişmendiya dagirkeriyê zanista xwe xurt bikin' 2021-01-21 09:01:07   Sara Şêx Hesen   HELEB - Xwendekarên Efrînê yên ku ji ber êrişên dewleta tirk berê xwe dane Helebê û niha li dibistana Şehîd Qehreman dixwînin di derbarê salvegera êrîşên li ser Efrînê de wiha gotin:"Em ê li dijî hişmendiya dagirkeriyê zanista xwe xurt bikin."   Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê bi tank, balafir û topan êrişî Efrînê kirin. Dema dewleta tirk êrîş dikir armanca xwe ya tunekirina çand, ziman û dîroka gelê Efrînê jî dixwest pêk bîne. Berî êrişan sîstema Rêveberiya Xweser li Efrînê hate rûniştandin û êdî xwendekar xwedî li zimanê xwe derketin, bi zimanê dayikê perwerdeya xwe dîtin. Lê belê piştî dagirkirina Efrînê xwendekaran berê xwe dan deverên cuda û xwendina xwe li wir domandin. Gelek xwendekar ji ber êrişên dewleta tirk ên li ser Efrînê ji perwerdeyê paş de man. Têkildarî salvegra êrîşên dewleta tirk ên ser Efrînê xwendekaran nêrîna xwe bi me re parve kirin.   'Em ê li dijî hişmendiya dagirkeriyê zanista xwe xurt bikin'   Xwendekara bi navê Yara Elî bal kişand ser sîstema xwendinê ya beriya êrîş pêk were û piştî wê û wiha pê de çû: "Ez bi xwe ji bajarê Kobanê me, lê dema şer li bajarê Kobanê rûda em koçberî bajarê Efrînê bûn.  Nêzî 5 salan ez li Efrînê mam û min xwendina xwe li wir dewam dikir.  Ji refa 6'an heta refa 9'an me hemû mijar bi kurdî dixwendin. Em bi jiyana xwe pir kêfxweş bûn. Dema dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî Efrînê kirin destpêkê çand, xwendin û zimanê me hedef girtin.Yek ji armancên wan ew bû ku nifşekî xwedî zanist neyê pêşxistin. Piştî koçberiyê em li Helebê bi cih bûn û niha em xwendina xwe didomînin. Em ê li dijî hişmendiya dagirkeriyê zanista xwe xurt bikin."   'Her êrîş li ser zimanê me tê kirin'   Xwendekara bi navê Helîme Nasir a ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrewayê ya Efrînê ye hestê xwe ji bo salvegera dagirkeriya Efrînê wiha anî ziman: "Ez niha refa 12'an beşa zanistê li Dibistana Şehîd Qehreman dixwînim. Beriya şerê Efrînê min refa 8'an li gundê xwe dixwend. Dijmin bi rengekî pir xerab êrîşî çand û zanista me kirin. Ji dîrokê heta roja îro, êrîş li ser zimanê me her dem heye."   'Em axa xwe ji dagirkeran re nahêlin'   Xwendekara bi navê Mediya Elî jî wiha hest û nêrîna xwe anî ziman: "Efrîn ji bo me pir cuda ye, bi êrîşkirina dewleta tirk re gelek talankirin hat kirin. Dibistanên me li Efrînê topbaran kirin, gelek hevalên min jî jiyana xwe ji dest dan. Em ê dîsa vegerin û axa xwe ji dagirkeran re nahêlin."