ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2021'Ê 2021-01-21 09:00:00   *Xwendekarên Efrînê yên ku ji ber êrişên dewleta tirk berê xwe dane Helebê û niha li dibistana Şehîd Qehreman dixwînin di derbarê salvegera êrîşên li ser Efrînê de wiha gotin:"Em ê li dijî hişmendiya dagirkeriyê zanista xwe xurt bikin." DÎMEN HEYE   *Cîhan Gulo di Sibata 2018’an di nava karwana sivîlan de ji bo piştgiriya Berxwedana Serdemê berê xwe dide Efrînê. Cîhana parçeyek ji kezeba wê li Efrînê li dû wê ma qala wan rojên têdikoşiya dike wiha dibêje: "Tevî em sivîl jî bûn, balafirên dewleta tirk karwana me topbaran kir. Dîsa jî di bin agirê êrîşan de me têkoşîna xwe domandin." DÎMEN HEYE   *Berdevka Desteya Aborîyê ya Herêma Efrînê Efîfe Kelo derbarê dorpeça li ser Kantona Şehbayê de nirxandin kir. Efîfeyê wiha got:"Rejîma Sûriyeyê dixwaze bi rêya dorpeçê, gel neçarî xwe bike, lê şêniyên Efrînê tucaran serî ji desthilatdaran re danîne û li hember zextan dirûşma wan berxwedan e." DÎMEN HEYE   *Tevî şert û mercên zehmet ên gund jinên dest ji axa xwe bernadin, jiyana xwe di nav xwezayê de derbas dikin. Jinên li gundê Surp Dîgînê dijîn havînan derdikevin lûtkeyên çiyan û gîha kom dikin zivistanê jî sewalên xwedî dikin. BI DÎMEN    *Li bazara penîr ku ji ber zema tê kirin tu kes tune û bêdengiyek mezin lê heye, gazinca firoşkaran û welatiyan hemane: "Em perîşan in." BI DÎMEN   * Dayika Mehmet Yildirim ê girtî  Xezal Yildirim diyar kir ku çawa di çalakiya beriya vê ya grevên birçîbûnê de bi têkoşînê bi ser ketin ew ê vê carê jî bi heman têkoşînê bi ser kevin û got: “Em bi şev û roj bang dikin ku daxwazên girtiyan bên bicihanîn. Bila dayik û civak jî êdî rabin ser piyan. Daxwaza girtiyan daxwaza me ye.” BI DÎMEN    *Jina bi navê Munevver Kizil diyar kir ku di her cureyê sûcê li dijî jinan tê kirin de şîdeta mêr ne munferîte û diyar kir ku gumanbar bi zanebûn ji aliyê darazê ve tên parastin û got: “Ji bo serdestiya mêr saltana xwe bidomînin kuştina jinan rewa dibînin.” DÎMEN HEYE   *Hevseroka Kantona Qamişloyê Perwîn Yûsif bi boneya salvegera damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk y li Cizîrê nirxandin kir. Perwînê wiha got: "Avakirina Rêveberiya Xweser, berhema keda gelê herêmê bû. Di avakirina Rêveberiya Xweser de jinê gelek gavên pîroz avêtin û ji avakirinê re pêşengtî kir."DÎMEN HEYE   *Parlementera HDP Remziye Tosun diyar kir ku li ser navçeya Licê ya Amedê polîtîkayek taybet tê meşandin û wiha got: “Gelek deriyê welatiyan hatiye şikandin, zilm û îşkenceyek mezin li ser welatiyan hatiye kirin. Bi van polîtîkayên şer dixwazin welatiyan ji warê wan koçber bikin.” BI DÎMEN    * Li Qamişloyê ji hêla Meclisa Jinên Sûriyeyê li dijî dagirkirina Efrînê mîtîngek tê lidarxistin. (11.00) BI DÎMEN    * Platforma Jinan a Şahmaran dê têkildarê serbest berdana tecawizkar Osman Çurê daxuyaniyê li ber avahiya KESK'ê bidin. (15.00) BI DÎMEN